Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Humsê li jêr agirê rejîma Esed de ye

13:25 - 10 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Li duh Çarşemî heya îro Pêncşemî bajarê Humsê li jêr topbaran û agirbarana rejîma Beşar Esed de ye.


Li gorî ragihandina hêzên dijberî rejîma Sûriyê, Erteşa Beşar Esed li duh 9’ê Gulanê neya îro 10’ê Gulana 2012’an bi awayek berdewam bajarê Humsê topbaran dike. Di vî halî de ye rejîma Beşar Esed ragihandibû ku bajarê Humsê beşdariyek berbiçav di hilbijartinên Parlemanî ên wî welatî de kiriye.
Ew agirbaran û topbarane li ser esmanê Humsê di demek de ne ku 11 çavdêrên saziya “NY” li bajarê Humsê ji bo cih bi cihkirina biryara agirbestê mijûlî erkên raspardtî ne.
Roja derbasbûyî li bajarê Der’a jî pombeyek di nava karwanê pasewanên çavdêrên “NY” de teqiya û 6 pasewan birîndar bûn, dijberên rejêmê dibêjin ku eva karê rejîma Sûriyê bixwe bûye ji bo ku çavdêran çavtirsîn bikin û li wî welatî de derxin.
Soz wa ye ku Kofî Ennan bo cara dawîn bo Sûriyê sefer bike û dawîn derfet ji bo ragirtina tund û tûjiyan bide rejîma Beşar Esed.