Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêtirî 400 kuştî û birîndar di teqîna îro a Şamê de

22:51 - 10 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Îro li bajarê Şamê paytextê Sûriyê di du bûyerên teqînê de 55 kes hatin kuştin û 372 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçegihaniya Elerebiye, îro Pêncşemî berwar 10’ê Gulanê li gereka Qezar a bajarê Şamê du êrîşên li dûv hev ên întiharî ew dever hejand û di encam de 55 kes hatin kuştin û 372 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir yê Sûriyê, xêncî xesarên canî û birîndarên zaf, bi sedan turumbêl û malên xelkê şewitîne.
Dijber rejîma Sûriyê tawanbar dikin û yek ji çalakên siyasî jî Rûsiye û Çînê bi berpirsê dirêjekêşana cinayetan di Sûriyê de dide zanîn.
Endamek Encumena Nîştimanî a Sûriyê jî teqîna han bi beresiva gotinên wê dawiyê ên KOfî Ennan ji aliyê rejîma Sûriyê ve da zanîn û îdiaya rejîma Sûriyê ku ew kiryar xistiye sitûyê dijberan red kir ragihand ku tu sedemek tune ye ku dijber karê han bikin.
Televîzyûna dewletî a Sûriyê jî teqîna han bi kiryarek “terorîstî” nav bir û kuştiyan 55 kes û birîndar jî 372 kes hejmartin.