Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrîn dibe beşek ji xaka Erebistanê

15:04 - 14 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Li gor rêkkevtinnameyek di navbera welatên Behrîn û Rebistana Seûdî de, Behrîn bi Erebistanê re dibe yek û bi fermî dibe beşek ji axa wî welatî.
Li gor rapora “Cemawer” wergirtî ji rojnameya “Eyam” hatiye aşkerekirin ku “Necîb Elhemer” rojnamevanê nêzîk ji Paşayê Behrînê di raporekê de ev ye derxistiye holê ku malbata “Ali Xelîfe” biryara xwe a dawîn daye ku Behrîn bi Seûdiye re bibe yek û çend rojên pêşde jî rêkkevtinnameya han dê bihê aşkerekirin.
Çendîn çavkaniyên din nûçeyê rêkkevtinnameya di navbera wan du weklatan de belav kirine û çendîn name di navbera Paşayê Behrînê û Paşayê Seûdiyê de hatin guhertin, û di dawîn nameyê de jî “Mihemed Bin Mubarek Ali Xelîfe” Cihgirê Serokwezîrê Behrînê ku ji paşayê Eserbistanê re şandiye, derketiye holê ku Behrîn bi Erebistanê ve hatiye zeliqandin û bûye beşek ji xaka wî welatî.
Eva di halekê de ye ku hejmarek dezgehên ragihandinên wan du welatan çendîn civînên nehênî ên paşayên her du welatan eşkere kirine ku di heyamê derbasbûyî de dûr ji çavên ragihandinên giştî hatine encamdayîn.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê