Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kuridstanê toz û xubarê balafirgeh û xwendingeh daxistin

13:35 - 15 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Şideta toz û xubarê bo roja şeşê esmanê Kurdistanê dagirtiye û zanîngehên Kirmaşanê û balafirxaneya Sinê hatin daxistin.


Li gor rapora Taya Navnedî a Nûçeyan, birêveberê kirîzan yê parêzgeha Kirmaşanê ragihand: Seba toz û xubara ku li welatên cîran ve derbasî parêzgehên Kirmaşan û Sinê bûye, îro Sêşemî 15’ê Gulana 2012’an xwendingeh û zanîngehên Kirmaşanê hatin daxistin û firîn di balafirxaneya Sınê de jî jhat sekinandin.
Dîtina asoyî bi awayê normal 10 kîlometr e ku niha seba seqaya nebaş li Kirmaşanê gihîştiye kimtir ji 400 metran.
Li parêzgeha Sinê jî toz û xubar bi qasekê ye ku dîtina asoyî gihîştiye kimtir ji 200 metran.
Birêvebrê Giştî yê balafirgeha Sinê ragihand: Îro firînên Sine û Tehranê û Sine û Silêmaniyê seba nebaşbûna rewşa seqayê û toz û xubarê hatin hiloşandin û hat û çoyên balafirxaneyên hatine sekinandin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê