Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna kolberekê ji aliyê hêzên rejîmê ve

16:30 - 19 Gulan 2012

Kurdistamedia: Hêzên Sipaha Pasdaran avêtin ser karwanek kolber û kasibkaran û di encama destrêjê de kolberek birîndar bû.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 17’ê Gulana 2012’an, hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma îslamî a Îranê li cihek bi navê “Nistan”a devera “Rebet”ê avêtin ser karwanek kasibkaran û di encama teqeya çekdarên rejîmê de kolberek bi navê “Zanyar Şarezûrî” birîndar bû û dest bi ser alavên kolber û kasibkaran de hat girtin.

Heya amadekirina vî nûçeyî, ji rewşa Zanyarê birîndar tu zanyariyek di berdest de tun eye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê