Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya pêşmergeyekî PDK Îranê wefat kir

21:25 - 15 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Dayîka hêja “Kerîm Perwîzî” pêşmerê û Endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, seba nexweşiyê li temen 55 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva yekşemî 15’ê Îlona 2013’an, xatûn “Emîne Weysî” keça “Xwa Murd” ji dayîkbûya sala 1377’a Rojî û dayîka Kerîm Perwîzî Endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, seba nexweşî li nexweşxana bajarê Kirmanşanê koça dawiyê kir.
Termê xanim Emîne piştî ewê ku li nexweşxana Kirmanşanê anîn bo bajarê Kamyaranê li nav aporaya xelkê wî bajarî de teslîmê erdê kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Kerîm Perwîzî” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wê şad