Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê 48 kuştî û dehan birîndar

14:12 - 21 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Erteşa Sûriyê êrîş kirin ser bajarê Soran yê parêzgeha Hema û aliyê kim 34 kuştî û dehin birîndar jê ketin.
Li gor raporên Zêrevanên Mafên Mirovan, duh roja Yekşemî berwar 20’ê Gulana 2012’an, hêzên nîzamî ên rejîma Beşar Esed êrîş kirin ser bajarê Soran li nêzîk parêzgeha Hemmayê û bi destrêja gulleyan aliyê kim 34 kes di nav de çend jin û zarok hatin kuştin û dehan kes jî birîndar bûn. Di bajarên dinê ên Sûriyê de jî pêtirî 10 kesan hatin kuştin.
Li bajarê Edlebê jî Efserek ku teze ji Erteşa Sûriyê cuda bibû, ji aliyê hêzên rejîma Esed ve hat kuştin.
Ji aliyek din ve jî li bajarê Şamê bombeyek di nava karwanê çavdêrên navnetewî de teqiya û li gor nûçegihaniyan, serokê heyeta çavdêran ji mirinê rizgar bûye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê