Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê bi biryarekê, hzêzên nîzamî di devera Makoyê de zêde kirine û bi gefxwarin ji xelkê zozanên sînorî ji pezdaran re qedexe kirine.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Şêvra Berhevkirina Ewlehiyê a bajarê Makoyê, bi hêceta hebûna hêzên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê di sînoran de, biryarek der kiriye ku îzna pezdarên deverê nahê dayîn ku biçin zozanên sînorî ên navbera Îran û Turkiyê.
Biryara han bi piştevaniya hêzên Sipahê û zêdekirina hêzên Întizamî di deverê de birêve diçe û li pirraniya war û zozanan tabloyên qedexekirinê hatine çeqandine. Biryara han jiyana eşayir û pezdaran tûşî pirsgirêkên mezin kirine.
Hêzên rejîmê di devera Makoyê de pezdarên Azerî ên wê deverê bo çerandina wan bêr û zozanên, han didin ku bi wî awayî fitneyekê bixin nava Kurd û Azeriyên wê deverê.
Hêjayî gotinê ye ku pirraniya caran jî bezdarên Kurd ên devera Makoyê diketin ber destrêja raste rast a hzên rejîma Îranê û dihên kuştin yan birîndarbûnê dibin, yan jî dikevin ber lêdan û bêhurmetiyê.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê