Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berjewendiya netewî

11:12 - 19 Nîsan 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Dema ku bas ji berjewendiya netewî tê kirin, gelek pirsyar tên pêş ku, erê gelo berjewendiya netewî çiye? Çawan tê parastin? Divê kê biparêze? Çawan dikeve ber metirsiyê?

Di dîplomasiyê de û li pênasa modern a berjewendiya netewî de, bi vê armancê tê gotin ku welatek an dewletek li astê navnetewî de ji bona bi destveanîna vê cehdê dike, weke vê ku bikare di karê dîplomasiyê de serkevtinê bi qazancê welatê xwe bidest ve bîne, an li warê abûrî de, an li warê ewlehî de ku bi qazanca xelkê wî welatî tevaw bibe.

Dewletek an deshilatdarên welatekê ger bikarin li siyaset û kiryarên xwe de hind serkevtî bin ku xelkê welatê wan bi sedema siyaseta wan ve rastî arîşe û pirsgirêkên abûrî, siyasî, ewlehî, civakî, tendrustî nebin, mirov dikare bêje deshilatdar û dewleta wî welatî hind hekîmane siyaset kirine ku xelkê welat li çi warekê de bi hegera wan nekevtine ber metirsî, zext û nexweşiyan, hingê em dikarin bêjin el heq deshilatdaran ji bona xelkê welatê xwe ku li heçî warekê de razî bin, karîne berjewendiya netewî ya xelk û welatê xwe biparêzin.

Lê, gava em bên ser pênaseya berjewendiya neteweyekê, hinekê cudahî heye di gel pênaseya siyasî ya ku min serwe amaje pê kir ku deshilatdarên welatan çawan divê berjewendiya xelkê welatê xwe biparêzin.

Netewe dikare dewlet û deshilat û statuya qewara welatekê jî nebe, heçî neteweyekê bixwe hinek berjewendî hene, neteweyek dikare dewlet nebe, lê berxwedana li hember siyaseta asîmîlasyona dujmin û neyarên xwe, bi berjewendiya neteweya xwe bizane, an bi berewajî karê çend kes û girûpekê li nava wê netewê bi qazancê dujmin û dijî berjewendiya netewî bê zanîn û hesibandin.

Bo mînak em wekî netewa Kurd ku mixabin xwediyê deshilat û dewlet û welatê serbixwe ya xwe nînin, lê dîsan jî cuda ji pênasa navnetewî ji bo berjewendiya netewî, me jî wekî neteweyekê berjewendiya taybet bixwe heye.

Kanê em bizanin berjewendiya me Kurdan wekî neteweyeke bê dewlet û welatê serbixwe çiye?

Berjewendiya neteweya Kurdan çawan dikeve ber tirsê û bi ziyana vê netewê dişkê? Berjewendiya neteweya Kurd çawan tê parastin?

Em wekî Kurd ku aliyê kêm di sed salên derbasbûyî de ji bona bi destxistina mafê netewî û rizgariya Kurdistanê li jêr dagîrkariyê de me xebat kiriye, û di vê xebatê de gelek nirxên mezin hatine dan, hemî ev nirx û qurbanî û şehîd û zextên ku kevtine ser netewa me, tenê li pêxema berjewendiya netewî de bûne û bi rizgarbûn û bi destveanîna mafê netewî bûye da ku Kurd jî weke Ereb, Tirk, Fars an her neteweyeke din bikare bibe dewlet netewe.

Li hember de jî di demekê de ku dujmin û dagîrkarên Kurdistanê dixwazin ji bona vê ku Kurd nekarin bigihîjn bi mafê xwe, siyaseta tune kirina Kurdan girtine bera xwe, ji bona berberekanî di gel wê siyaseta dujminan de, heçî Kurdekê ku berxwe dabe ji bona parastina nasnama netewî, çand û ziman û hebûna Kurdan, ev kes bê guman parêzerê berjewendiya netewî ye, çimkû berjewendiya netewî ya Kurdan tenê xebat ji bona man û hebûn û bidestxistina mafê netewî ye.

Di nava netewa Kurd de ji bilî vê ku piraniya netewa me di xema xwe parastina li hember dujminan de ye, hinek kes jî tenê bi vê hindê nawestin ku tenê xemxar bin û zanîbin ku berjewendiya netewî çawan tê parastin, belkî ji bona bidestxistina wan mafan e jî ku ji aliyê dujminan ve hatine zevtkirin, şer dikin û amaden e canê xwe jî li vê pêxemê de goriyê berjewendiya netewa xwe bikin.

Ev kesên ku bi her awayekê li hember siyaseta dujminan a tunekirina Kurdan de rawestane, dilê wan bo Xak, Nasname, Çand, Ziman, Yekîtî, û bi giştî hebûn û mana Kurdan lêdide, ev xemxar û parêzerên berjewendiya netewî ne,

Berjewendiya netewî ya Kurdan ku bi dirêjahiya dîrokê ji aliyê dujmin û dagîrkarên Kurdistanê ve kevtiye ber metirsiyê, her kes dizane ku Kurdan bi şer û berxwe dana xwe heya niha jî nehêlane ku dujmin di armancên xwe de serkeve, lê di vê navberê de mixabin karîne bi par par kirin û xistina netifaqiyê di nava gelê me de, zêdetir berjewendiya netewî ya Kurdan bixine ber metirsiyê.

Dema ku stratîjiya netewî û xebata ji bona gihîştin bi mafê netewî xuyaye ku çiye, dema ku xemxarên berjewendiya netewî yaku destê wan tê qisoriyê nakin ku bikarin siyaseta asîmîlasyona dujminan pûç û betal bikin, dema ku xortên xwedî hest ji bona bidestxistina mafê netwewî şer dikin û li hember dujmin de canê xwe danane ser destê xwe, dema ku part û aliyên siyasî û girûp û saziyên xebatkar ên Kurd heçî kar û siyaset û pitansiyela xwe terxan dikin bo berjewendiya netewî û ji bona gihandina dengê mafxwaziya netewa xwe û dujminkariya dagîrkeran hewcehî bi yekîtî û yek dengiyê hene daku bikarin wek parêzerên berjewendiya netewa xwe bibin cihê hêviya gelê xwe û bi yekîtiya xwe, hêza xwe nîşanî hemî cîhanê bidin û bikarin bala wan bo aliyê xwe rakêşin, rast di demeke wiha de, dujmin jî kariye hinek kes an girûpên Kurd bi dijî berjewendiya Kurdan bixwe bikar bîne.

Her ewa ku dujmin kariye ji riya wan Kurdan ve yekîtiya di nava mala Kurdan têk bide, ewa kariye berjewendiya netewî ya Kurdan bixe ber metirsiyê.

Berjewendiya netewî ya Kurdan ku bê dewlet û bê welatê serbixwen e, tenê bi yekîtî û yekdengîya xebatkar û part û aliyên siyasî tê parastin.

Lewra, bila her kes baş bizanibe ku dema her hizb û aliyeke siyasî, an her kesek bi kiryarên xwe derbê ji yekîtî û yekdengiya Kurdan li pêxema stratîjiya netewî bide, bê guman ev kes û alî ger Kurd be û xwe xemxarê doza Kurd bizane jî, li ber vê ku kiryarek an qiseyek kiriye ku bi dilê dujmin bûye, ev dijî berjewendiya netewî ye.