Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Revîna ji heqîqetan

10:31 - 16 Gulan 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Pêş li serdema pêşkevtina hizrî û dewrana kupika Yûnanê de, dewrana efsaney di nivîsên wan de heye ku cîhana vê pir li remz û raz û nehînî ne, ku wateyên jiyan û cîhana wan di hêmayên wan de nîşan daye û bo her canliber û çemkekê hêmayek diyar û bo piraniya diyardeyan, Xwedayeke taybet hebûye.

Yekek li Xwedayên herî kevin yê Yûnan “Erbûs”e! Erbûs Xwedayê tarîtiyê an bibêjin ku ji wan canliberan e ku digel xwe tarîtiyê dibe bo hemû cihî û pêka efsaneyên Yûnaniyan hemû demî digel Xwedayeke din yê xirabkariyê bi navê Naykes, hewl dide li ser cîhanê de zal bike, lê hemû rojê keçka wî lê têk dide û ronahiya rojê dixiste ser cîhanê û tarîtî nedima. Piştî heyamek di vî karî de, ji aliyê Xwedayê Xwedayan ve bo binerdê hatiye dûr xistin!

Di bin erdê de jî Erbûs hewl daye ku tarîtiyê li ser cehenemê de zal bike û bixwe bibe bi xwediyê cehenemê, an cîhana di bin erdê de wir Hadês ku xwedayê bin erdê bû, haydarî wî bû û ev şikest da û ev bo Tartarêsê dûr xist, ku li cehenemê jî dûrtir û nexweştir bû û her ji ber vê yekê Tartarês li chenemê tarîtir bû bi çûna Erbûs bo wir!

Erbûs ev Xwedayê tarîtiyê ye ku di efsaneyên pir kevin yên Yûnaniyan de yê serdema nediyaran e ku hertim tarîtî aniye û her dema ku xwastiye karekê encam bide ku xrabtir bike, li ronahiyê dûrtir kevtiye û bo dûrtirîn kûrahiya cîhanê û hebûnê hatiye dûrxistin!

Erbûsa vî zemanî Komara Wilayeta Feqîh e ku her dema ku hewl daye ku gendelî û xirabiyekê dapoşe, tawaneke din û xirabiyek din encam dide û di heqîqîtê ji tirsa revîna ji roja heqîqetê pena xwe dibe bo çewtekarî û kirîzên din û bo xwe veşartin û revînê dixwaze tawanên xwe veşêre!

Roja Pêcşemî 21`ê Banemerê (11`ê Gulana 2023`an) li Barzana cihê serhildana çendîn şoreşên Kurdayetiyê, rêûresimeke mezin û pir şan bona vekirina Yadgeha Barzanî birê ve çû, di vê rêûresmê de ku bi destê rêzdar Mesû`id Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê hat vekirin, pir heyetên dîplomatîk yên welatan û aliyê siyasî amadebûn û yadgehek pir binirx û cihê bal danê hat vekirin. Yekek ji girîngiyên vê rêûresimê pişkdarbûna aliyên Kurdî yên hemû cihên Kurdistanê bû û herwisa yek ji xalên girîng yên vê rêûresimê peyama rêzdar Mesû`id Barzanî bo destpêkirina diyalogê li pêxema çareserkirina pirsgirêkên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû. Di rastiyê de pişikdarbûna aliyên siyasî yên Kurdî li hemû parçan û herwisa peyama taybet a Mesû`id Barzanî û çareseriya pirsgirêkên pareke Kurdistanê xala girînga vê rêûresimê bû, ku peyama yekbûn û bihevre bûnê dide.

Heyeta Partiya Demorkat bi serpereştiya rêzdar Mistefa Hicrî ku bi vexwandina fermî wir amade bûn û hertim piştevaniya bihevre bûna hemû parçên Kurdistanê û rêya diyalog û çareseriya arîşeyan bûye, hem bi pişikdariya wan bi hevpiştî û rêza xwe bo şoreşa Kurd li Kurdistana Îraqê  nîşan da û hem di hevpeyvîn digel medyayan de bas ji girîngiya rêkarên diyalogê bo çareseriya arîşeyan di Herêma Kurdistanê de kir.

Di vê rêûresimê de ku yada mirovekî xebatkar tê kirin û bandoreke xuya di dîroka navçê de hebûye û rêûresimeke fermî ye û peyamna bihevrebûnê pê ye. Dibe aliyên pişikdar bi formarlîte be jî rêz li rewşê bigrin, lê heyeta Komara Îslamî ku digel diyalog û lojîk û rêzgirtin li pirensîpên dîplomatîk de bi tevahî xerîbe û rêûresima wan di kerbê amadebûna heyeta Partiya Demokrat, bicih hiştin.

Revîna heyeta Komara Îslamî ji ber kerb vebûna Kurdên xebatkar di vê rêûresimê de kiryareke nedrust û bêzar bû û li ber çavên tevahiya cîhanê, ne serdembûn û negoncav bûna rejîma Îslamî bo carek din selmand.

Lê, rejîma xirabkar ku ev bê şermiya di asta navçê de anîbû gore, bi wî awayî hundrî vala û mejiyê paremaya rejîma xwe nimayş kir, bona veşartina kiryarên xirab yên xwe û herwisa bo givaş xistin li ser Kurdistanê, peyamek û nûçeyeke derevîn belav kir, ku tê gotin tîmeke Partiya Demokrat xistinê davê ku çendîn kes ji wan binçavkirine û kuştin e jî!

Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat ev nûçeya bidrev ragihand û herwisa ragihand ku rejîma tijî li çewtekariya Komara Îslamî kincên Pêşmerge ji kirêgiriyên xwe re dide da ku jixwe bikin û wan dişîne hundrî xelkê, bona talankirinê, da ku bi xeyala xav a xwe, navê pêşmerge xirab bike!

Piştî çendîn salan tawankarî û birêvebirina pîlanan di Kurdistanê de, rejîma Komara Îslamî hîn jî pena xwe bo taktîkên kevin yên xwe dibe, ku tê gotin eger kincên mîna kincên pêşmerge ji tawanbar û bikirêgirtiyên xwe bike û xelkê bi wan azar bide, êdî navê pêşmerge xirab dike. Ev rejîmê ev yeka fêm nekiriye ku pêşmergebûn bi kincan nine, belkû pêşmerge bi kiriyar e, kiryarên mirovî yên xwe û bi xwe gorîkirina lipêxema xelk û nîştimana xwe de bûye semboleke pîroz û xelk ti kiryareke xirab bi kiryarên pêşmerge nahesbînin û her di kurtirîn demê de vê yekê dizanin ku evana tawankarên girêdayî rejîmê ne, ku di nav kincên mîna kincên pêşmerge de ne!

Bo veşartina revîna xwe di rêûresima vekirina Yadgeha Barzanî de rejîma Komara Îslamî pena xwe bo pîlanekê bir, ku tê gotin tîma Partiya Demokrat di navçê de tevgeriya ye, û kevtiye dava Spaha Pasdaran, lê bi drev dersxistina vê nûçê, vê carê berdevkê ne dîplomatîk yê Komara Îslamî roja Şemiyê 23`ê Banemerê ragihand ku wan balyozê Îraqê yê li Tehranê gazîkirine û kerb û kîna rejîmê li derheq amadebûna girûpên Kurdî yên Kurdistana Îranê di vê rêûresimê de ji balyozê Îraqê re ragihandine!

Kabûsa tarîtiya Xamney ku mîna Erbûsê Yûnaniyan digel her pêngavekê de tarîtiyê tîne û tawanekê bi tawaneke din dadipoşe, di heyama wan çend rojan de jî, li hember kiryareke asayî de wisa tevlîhev bûye ku serê wê gêj bûye û nikare dest bi ti tiştekê nede, çimkû her tevgereke wî dibe sebeba wêrankirina tiştek din û xirabiyek din li ser xirabiyên wê yên din de zêde dibin.

Erbûsa serdemê ji ronahiyê ditirise û heqîqetê mîna dijminê sereke yê xwe dihesbîne, lewma nizane rêya drust ya diyalogê û çareseriyê bigire berahîka xwe. Bi bihevrebûn û hevpeywendiya mirovan û girûpan zendeqên wî diçin û dixwaze bi her away bibe hevpeywendiyan têk bide û rêyên diyalog û çaresriyan wêran bike û ten û tenê rêya xirabî û djiminatiyê dizane. Lewma, rê û pêngavên wî digel xelkê û navçe û cîhan û serdemê de nayên û tenê û tenê tarîtî û wêranî zêdetir jê dibare û dûrtir dibe. Di dawiyê de xelk neçar dibin bo dûrtirîn navçeyên dîrokê ku ji Tartarûsê jî tarîtir û dûrtir be û bihavêjin. Çarenivîsa Xamney û rejîma wî zibildana dîrokê ye!