Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Awirek li Bakûr

14:04 - 17 Gulan 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Serdemanekê di dehkên 70`î Zaynî de di sedsalên berê de, Marksîzma Rûsî di kupika desthilatdarî û hejmoniya cîhanê de bû. Di navça Rojhilat de jî ev îdolojiya Rûsî bi tevahî zal bû bi ser hizr aliyên siyasî de. Herçend ku bi van hizirkirinan bi gotina hêla çep an bigiştî çep naskirî bû, lê lezgîntir ji vê Çepê û wekhevîxwazî be, Rûsî û pêbendbûn bi berjewedniyên Rûsyayê bû.

Di vê rewşa zal de, Dr. Qasimlo xast Partiya Demokrat di bin barê giran yê Marksîzîma Rûsî û hêla Tûde de derbas bike û hizr û siyaseteke Kurdistanî dabirêj e, lewma îdeyek bi navê Sosyalîzima Demokratîk  anî ku bikare ji dîtingeha Kurdistanê ve li siyaset û tekoşîna siyasî temaşe bike.

Herçawan bixwe di Kurte base de dibêje, bo me serbixweya siyasî li hemû tiştî girîngtir e, em amadene li pêxema serbixweya siyasî de, dev ji dostayetiyê berdin, lê amade ninin li pêxema dostatiyê de dev ji serbixweya siyasî ya xwe berdin. Hêla hizrî ya Dr. Qasimlo meşiyana di nav îmkanatan de bû da ku bi hunera siyasî, deriyekê bo berjewendiyên neteweyekê peyda bike, lê pêwera sereke bo wî, dîtingeha Kurdistanî bû û her ji ber vê yekê jî di bin êrîşa çend alî de bû.

Roja Yekşemî 14`ê Gulana 2023`an, hilbijardineke girîng û çarenivîs saz li Tirkiyê birê ve çû. Di vê hilbijartinê de hem serokatiya Komarî û hem bo parlemanê rikeberiyek birê ve çû, ku yekek ji wan rûdawên girîng yên salê di navçê de bû. Girîngiya vê hilbijartinê di vî warî de bû ku piştî guherînkariyên bingehîn di pergala siyasî li Tirkiyê, ji parlemaniyê bo serokatiyê ve, duyemîn hilbjartinên serokatiyê birêve diçû ku li hundr de jî aliyê opozisyonê hemû hewla wan ev bû ku bi serkevtin di hilbijartinan de bi qewla van dawî bi dewrana desthilatdariya Receb Teyb Erdogan serkomarê Tirkiyê û serokê Partiya Dad û Geşe bînin.

Wê hilbijartinê ku piştî çend salan gunerînkariya kûr li Tirkiyê de û piştî çendîn pirsên girîng yên mîna şerê nizamî di Kurdistana Tirkiyê de, herwisa çendîn pirs û pirsgirêkên din birêve diçû, mîna xaleke verçerxanê dabinên ku li hundr de derfetek bo opozisyonê dihat dîtin ku xwe bi serkevtina di hilbjartinan de derbixin.

Civaka Tirkiyê bi awayek bê mînak bûye û pir xuya û heta radîkal jî ber bi du alîbûna siyasî û heta civakî jî diçe û her ev rewta bixwe di hilbjartinan de jî nîşan da û hilbijartinên serokatiyê li 14`ê mehê dawî pê nehat û encama vê kevte dewra duyem.

Di rastiyê de, civaka Tirkiyê heta asteke xuya bûye du enî û valahiyeke mezin kevtiyê û amara dengan nîşan didin ku heta asteke nêz wekhev bûn û herçend ku dengên Receb Teyb Erdogan ji sedî 45 ji dengên Kemal Oxlo zêdetir bûn.

Parvekirina civaka Tirkiyê wisa dibêje ku li dewra duyem de jî deng nêzî yek dibin û her yek ji wan serkevtiyê hilbjijartina dewra duyem be, kirîza mezin a siyasî û civakî ya wan li berahîka wan dibe, çimkû nêzî nîva civakê deng nadin!

Herçend di hilbijartinan de dengên Erdogan hinekî kêm bûn, lê Partiya wî ya Dad û Geşepêdanê (AKP) dîsan bû bi partiya yekem di parlamentoyê de, ev jî nîşan dide ku dê çendîn sal lîstina wê partiyê berdewam be.

Ya ku divê em bibêjin rola Kurdan û Kurdistana Tirkiyê ye.

Herçend ku partiyeke diyar û fermî bi navê Kurdistanê û bi navê Kurdan pişikdarî nekir, lê Partiya Çep a Kesk ev partiya ye ku ji aliyê HDPê ve piştevanî jê hatkirin û di rastiyê de HDPe pişkdarê hilbijartinan bû.

Wê Partiyê liçav hilbijartinên parlemanî yên berê dengên xwe ji dest daye û hejmara parlemanteran li parlemenê de kêmtir li dewra borî be û ev yeka bixwe jî pirseke mezin e, li pêşiya vê partiyê de.

Kêmkirina dengên Partiya Dad û Geşepêdan an baştir bibêjin deng bidestxistina Erdoxan li dewra yekem de tişteke ecêb nine, çimkû piştî çendîn salan desthilatdarî, pirsa herî mezin pirsgirêk û dengên desthilatdar kêm dikin, çimkû berirsyare li hember kêmasiyan de, lê partiyek ku ji opozisyonê ye û dibe şaştiyên desthilatdaran zêdetir peyda bike, lê wisa der neket!

Her ji ber vê yekê ye ku li ser milê rêberên vê rewta siyasî ye ku bizanin li kuderê siyasetên Kurdistanî yên wan de şaştî kirin? Lewma, dibêjim şaştiye di siyasetên Kurdistanî yên wan de çimkû ev tenê bi navê Kurdistan û Kurdî ve tên naskirin û pênase û kiryara wan li çarçêveya watedar dibe nek wek partiyek Tirkî, rewtên din hene ku xwedîtiya pirsên Tirkî dikin û di vê meydanê de ev nikarin berpirsyar bin, ger bi vê dîtingehê ve mîna xwedîtî li pirsa Tirkiye bi raçandina li ser maseya siyasetê xuya be, wirda şaştiya wan destpê kiriye.

Di pirsa serokatiya Komara Tirkiyê de rewta Kurdî ya HDPê an bibêjim Partiya Çep a Kes li dîtingeha dijberiya Erdogan ve an alîgirî û piştevanîkirina Qilîçidar Oxlo kirin an bo derfet dan bi berbijêrên xwe nebû û bi alîgirên xwe re gotin ku deng bidin bi dijberê Erdogan.

Destnîşankirina rêbaza siyasî bo rewta siyasî û partiya siyasî ya welateke din an pareke din di Kurdistanê de dijware û her parekê taybetmendiyên xwe hene ku çalakvanên vê parê bixwe baştir di vê rewşa hundr in fêm dikin û dikarin di vî warî de biryarder bin.

Lê, di pirsgirêkek ku di civaka Tirkiyê de heye, du parçe bûn an parvebûn li hundr de hatiye gorê, baştir wiha ye ku partiya çalak a Kurdî di vê parê de li dîtingeha berjewendî û siyasetên Kurdsitanî temeşeyî rewşê bike û hewl bide cihgîrkirina parek ji mafên Kurd di vê parê de bide da ku li meydana yên din de bilîse û dijberî an dostatiya kesek û aliyekê tenê ji ber vî mirovî û mirovan bike.

Di hilbijartinên niha yên serkomariyê de kesekî bi navê Sînan bi %5 dengan dengê sêyem wergirt.

Di parvekirina dengan de di nav civaka Tirkiyê de, ne %5 lê %1 dikare diyarker be, lewma Sînan jixwe şert û merc danî ber namzedên dewra duyem û dibêje divê şert û mercan pêk bînin da ku diyar bikin ew ê bikeve kîjan alî!

Siyaseta Kurd divê hewl bide ku li ser bingeha Kurdayetiyê derfetan ji bo bidestxistina mafan bikar bîne. Siyaseta rast a ku dikare alîkariya pêşdebirina doza Kurd bike, wek ku Dr.Qasimlo dibêje, siyasetek serbixwe ye ku hunera siyasî ji bo mafên neteweyî bikar tîne.

Baştir e ku li gor rêkevtinek ku di pêşketina siyasî û bihêzkirina mafên Kurdan de bi kêmanî gavek ber bi pêş ve bavêje, ji berê, ne ji dayîna hemû dengan ji bo parçekirina qada siyasî, koalîsyonek çêbibe an jî deng bidin partiyekê.