Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baskirin

18:04 - 2 Gulan 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Neteweya Cihû, tevî vê ku bi dirêjahiya dîrokê azarekê zêde dîtine û bi sedan carî hatine malwêrankirin û derbiderkirin û li hember cîhanê de bo aliyê din derxistine û avarekirine û heta komkujî û jînosayt a mirovahiyê li dijî wan birê ve çûye. Lê, yek neteweya herî kêm ya cîhanê ne ku bandora wan li ser hizr û raman û têgihîştina mirovên cîhanê daniye û hinek nivîs û serpêhatiyên gelek kevin yên neteweya Cihûyan niha jî di nav piraniya neteweyên cuda di cîhanê de tê gotin û bawerî pê hene.   

Her çend ku neteweyên din weke Someriyan çîroka Gilgamêş hene an neteweya Kurd di serdema Mîtramîsim de çîroka Mîtrayê hebû ku di cîhanê de bilav bûye û hinek devsên van curên hizrkirinê di hinek cihên cîhan û di netewe û olên cuda de, niha jî tên dîtin, lê ti neteweyek bi qasî neteweya Cihûyan çîrokên vê belav nebûne û ne bo netewe û neteweyên din nekevtin bin bandora rewatî û çîrok û dîroknas û cîhanbîniyan.

“Efsar” an rûpelên Tewrat û pirtûkên kevin yên Cihûyan pirin li çîrok û baskirinên cuda ku bas li kesayetiyan dike û reftarên wan kesayetiyan bûne hêma û sembol ku nasnameya bawermend û heta bi başbûna mirovan pê tê destnîşankirin.

Bilî hemû sebeb û sebeban ku ev diyardeyên han lê kevtine, yekek li girîngirtîn sebeban pêk tên ji vê ku neteweya Cihûyan pena xwe birine bo nivîsînê. Pirtûk û nivîsên hezaran salî hene, ku çîrok, hêma û hizirên kevtin di baskirinên destpêkî yên xwe de tomarkirine, nek tomarkirineke asayî, belkû kirine erk bo parek bijarde di civaka xwe de ku berdewam û rojane wan dixwînin û bi dehan gotinan bo xelkê. Di rastiyê de tomarkirina hizrkirina wan û xwandina rojane ya wan û gitona wan a berdewam, nifşê li pey nifşê hem bo neteweya xwe parastiye û hem di nav neteweyên din de jî belav kirine û bi piranî di cîhanê de dikarî devsên wan çîrok û baskirinên Cihûyan di nav kultûr û efsaneyên neteweyên din de bibînin.

55 salan beriya niha li roja 12`ê Banemera sala 1347 a Rojî de, li Darvêneya ser bi bajarê Bane desteyeke pêşmergeyên can gorî digel Îsmaîl Şerîfzade, endamê rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û li kesên têgiheştî û zana yê rêza xebatê di şereke ne banber û nemirovane de rû bi rû bûn, û piştî derbasbûna çendîn demjmêran berxwedaneke dijwar Îsmaîl Şerîfzade û hevalên wî bi destên hêzên dagîrker şehîd bûn. Şehîd Îsmaîl Şerîfzade di malbateke asayî de li bajarê Mihabadê jidayîk bibû, lê mîna kesekî neasayî mezin bibû, di zanîngehê de zêdetir li berê hizrkirnên wî neasayî bûn, çimkî li dijî asayîkirina stemkirina asayî ya paşyetiyê bû; Ev sîstema stemkar a zal di welat de, hem xelk tepeser dikir û hem Kurdistan jî wek koloniyekê bera xwe didayê, talan dikir.

 Îsmaîl Şerîfzade, nedixwast bawerî bi çîrokên derev yên sîstema paşayetiyê bike, ku dixwast stemkariyên xwe asayî nîşan bide û mirin û jinav çûna rojane asayî bike. Lewma, bo bi serqafileya dirandina tarîtiyê.

Di zanîngehê de çû nav çeperên berxwedan û serhildanê de, û bû bi pêşmerge û bû bi endamê rêberiya Hizbek ku bi destê Pêşewayê nemir hatibû avakirin.

 Di dijwartirîn demên dîrokê de şehîd Îsmaîl Şerîfizade, seha vê yekê dikir ku karwana xebatê hêdî hêdî ji rê der dikeve û bi bê kiriyara karwan, xelkê çavnhêr û hêvîdar, bêhêvî dike, her ji ber vê yekê di nameyekê de bo Dr. Qasimlo dinivîse ku nîştiman hewcehî bi xortên têgihîştî û pêgihîştiye û dem dema kiryarê ye.

 Lewma, digel komîteya şoreger a rêberiya Hizba Demokrat kevt, di ser de jî binavdeng û nemirên din yên weke mela Avare û Sulêman Mo`inî, tarîtiya sepandî li ser Kurdistanê de, bi hizra wan stemkariyek qebûl nekirî bû. Û bi helwesta mirovane ya xwe ev tarîtî dirandin.

 Şehîd Îsmaîl Şerîfzade, li Darvêneya Baneyê de rastî bosyeya dujmin hat û dest û pêwendiyên îxanetkaran û piştî berxwedanyeke qehremanane û bê mînak ku bi dirêjahiya rojê berdewamkir tevlî karwana nemirên demokrat û cangoriyên rêya azadiya nîştiman bûn.

 Renge çîrokên gelek qehreman yên neteweyên din weke Çêgvara di Amerîkaya Latîn an Garîbaldî li Îtaliya an çîrokên Tevratê bixwînin û jîrî, camêrî, mêrxasî û helwestên bilind ên wan kesan di mejiyê me de bandorê danê, lê kiryar helwesta weke Mela Avare û Îsmaîl Şerîfizade  û bi dehan qehremanên neteweya me hinek ji wan ku bixweşî zindî ne, weke Mela Hesen Şêweselî; Ji wan çîrokên binavûdeng û kêm mînak in ku hem ti kêmasiyeke wan li hember qehremanên neteweyên din de tuneye, hem deqe bi deqe, afrînerên dîroka neteweyekê ne, ku komkirina wan li ser hev, îrade nasnameya neteweya wan pê dirust dibe ku bo sedan salan bi qahimî bimîne.

Qeremanên Kurd û Kurdistanê bi helwesta kiriyar di demên hestyar de, bi hezaran hemase afirandin e û her kiryarek wan dîroke û çîrokek mezina mirovî ne ku ji me ra dibêjin mirovê Kurd di vê cîhanê de, çi kesayetiyek heye û ev nîştimana xwediyê çi bestineke kultûrî û hizriye, ku ev hemasane bi hezaran carî dubare dibin û temaşeçiyên biyanî tûşî ecêgitiryê dikin.

 Ecêbgirtiyeke xelkê biyanî bi astekê ye ku bo mînak di şoreşa Jînayê de Kurdistan dibe pêşenga hemû neteweyên Îranê û heta di bajarên Fars rûniştî de jî ku 40 salan beriya niha bi hezaran kes ji wan bi fermana cîhadê bo êrîşkirina bo ser Kurdistanê dihatin, lê di şoreşa Jînayê de li ser şeqaman diqîriyan ku ev hêvîxwazin xwediyê helwest û kriyarên Kurdistanî bin!

 Baskirina çîroka qeremantî û şêwaza hizrikirin û mirovbûna taken xwedî helwest, têgihîştî û pêgihîştiyên Kurd, tenê baskirineke sade nine, belkû hewcehiyeke neteweyî ye ku bikarin dîtingeh û dûrbîniya me dubare kom bikin û tomar bikin û nifiş li pey nifişê jiyan bi vî awayî ku em bixwe dibînin dîtingeheke kêm mînaka ciwannasiyê û herwisa jiyana azad û bi helwest dubare pênase bikin û tomar bikin û ji hemû xelkên din re bibêjin.

Jiyan cem şehîd Îslmaîl Şerîfizade û hemû şehîdên Kurdistanê bi pêşwaziya mirinê çûn nebû, belkû îradeyek bû bo dirandina tarîtiyê û ser neçemandin li hember stemkariyê de bû.