Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Benkê îdamê dê bibe sedemê mergê dictator

10:13 - 22 Gulan 2023

N: Jêhat

Deshilat bi zorê nayê parastin, belkî hindî zilm û zordarî zêde be, ev deshilat zêdetir dikeve ber kerb û kîna xelkê û sernixûniya vê bileztir dibe.

Bi zorî parastina deshilatê ji aliyê dîktatoran ve, weke vê ye ku kesek bixwaze mistek xîz li nava destê xwe de bigre ku nerije, çiqasî bo parastina xîz zêdetir mista xwe bîne hev û bişdîne, evqas zêdetir xîz di nava dest û tilyên wî de dirije.

Rejîma mirovkuj û dîktator a Axundî di deve devê sernixûniya xwe de dixwaze bi zêde kirina girtin û îşkence û îdaman deshilata xwe biparêze.

Rejîma dijî mirov a Îslamî, dixwaze bi berfirehtirkirina pêla êdam û sêdarê û rijandina xwîna xelkê bêzarbûyî yê Îranê, hem tirs û xof û wehşetê bixe nava xelkê de, hem bi curekê tolê ji xelkê serhildayî û azadîxwaz ên Îranê bistîne.

Ev armancên rejîmê jî bilqên ser avê ne û ne tenê nikare bi îdamkirinan, xelkê çavtirsandî bike, belkî xelk zêdetir mukum dibin bona sernixûniya vê dîktatoriyê , herwisa hekî rejîma dîktator jêvebe ku şoreş dawî pêhatiye û şeqam çol bûne, û dixwaze tola rojên şoreşê ku kela dîktatoriyê xistibûne lerzê, ev cinayet û îdamanên han dikarin dîsan xelkê azadîxwaz û şoreşvan bikişîne ser şeqam û bi be guma vê carê dê dawî derkevtin û hemase be ji bona sernixûniya dîktatoriya wilayeta Feqîh.

Rejîmê bo wan 2 armancên xwe yên dijî mirovî anku çavtirsandin û tolhildan ji xelkê, maşîna îdama xwe zêdetir li ser xortên Netewên bê maf ên weke Kurd û Ereb û Belûç xistiye kar.

Herwisa rejîm bi armanca peçavtina cinayetên xwe û kêmrengkirina wan îdaman, bi navê Qesas û Qaçaxa madeyên hişber û …hwd. Zêdetir xelkê îdam dike û ji bona xwe parastina givaşên navnetewî xortên wan netewan bi navê Qaçaxçî û Qesas îdam dike, ger hemî cîhan jî nezane , yan li hember cinayetên rejîmê de bêdeng bin, aliyê kêm Netewên Kurd û Belûç û Ereb baş vê yekê dizanin ku kuştin û girin û êdam a heçî xortekî wan netewanê îca li jêr heçî navekê be yan bi her sûçekê be, tenê û tenê qetliam û jînosayd û jinavbirina mirovên Kurd û Belûç û Ereb e.

Gelên seranserî Îranê tenê dikarin bi yekîtî û yekrêziya xwe û berdewamiya şoreşê pêşya wan cinayet û mirovkujiya rejîmê bigrin.