Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê Kurdistana Îranê

16:05 - 18 Hezîran 2023

N: Jêhat

Gelek caran li dîroka temenê mirovan de, hin tişt dibin remz û sembol, li dîroka miletan, yan welatan de jî hin nav yan emraz dibin parek ji dîrokê û tu caran nayên ji bîrkirin.

Bi taybetî di dîroka xebata rizgarîxwaziya netewa Kurd de jî hin roj, emraz, kesayetî û nav, bûne parek ji dîroka netewa me û wekî remz û sembol tên bibîranîn û bûne cihê şanaziyê û qet nayên ji bîr kirin.

Di dîroka tevgêra rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de jî, “Radyo Dengê Kurdistana Îranê” em dikarin bibêjin ku yek ji wan remz û sembolan e ku hertim yad û vebîranînên wê cem gelê me bi bilind tên nirxandin, ku hewceye di vê nivisînê de bi kurtî amaje pê bê kirin.

Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê bi dijî rejîma dîktatora Paşayetî di sala 1357 a Rojî de, û xwe sepandina rejîma Îslamî bi rêberiya Xumeynî û dest bi serdegirtina hemî deskevtên şoreşê û ji nû ve hatina serkara dîktatoriya Axûndî û destpêkirna rewşa tepeserî, girtin, sêdare, xefeqan, qedexe kirina heçî azadiyeke siyasî, civakî, dema ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi dîrokekî dûr û dirêj a xebatê, haydar bû ku rejîm amade nine tu maf û azadiyekî netewî û siyasî bo gelê Kurd û neteweyên din qebûl bike, wirda PDKÎ jî xebata aşkeraya xwe ragihand, rejîma Xumeynî bi êrîş û leşkerkêşî û kuştar û fitwaya cîhadê bi dijî Kurd û Kurdistanê bersiva daxwazên Kurdan dan.

Dema ku heçî emrazên ragihandinê ji bona piropagende di ber destê rejîmê de bûn wek Televîzyon, Radyo û Rojname.  Hizba democrat jî she bi hewcehiya Radyoyekê kir ku bikare hem bersiva pîlan û piropagendên rejîmê bide, û hem rastiyên Kurdistanê ku wekî çepera Azadiyê hatibû naskirin û hem berxwedaniya xelkê Kurdistanê û hêza Pêşmerge li hember êrîşa hêzên rejîmê bigihîne guhê her kesî.

Lewma, roja 27ê meha Cozerdana 1359 an a rojî, bi biryara PDKÎ bi mihendisiya nemir Riza Xeyatî ku Efserekî Azerî bû û dostê Rêberê hertim zindî şehîd Dr. Qasimlo bû, Radyo Dengê Kurdistana Îranê hate damezrandin û bi peyama Dr. Qasimlo dest bikar bû.

Her gelek zû dengê vê Radyo yê gihîşte her derê Îranê û welatên derdor heya digehe Ewropa.

Her gelek zû ev Dengê han bû kite çavkaniya wergirtina zaniyariyên rast û zelal bo guhdarên wê.

Her gelek zû ev Dengê han bû cihê hitbar û bawerî û rast bêjiyê bo hemî xelkê Kurdistan û Îranê.

Her gelek zû Dengê han ê Kurdistanê pîlan û piropagendeyên rejîmê bi dijî şoreşê aşkera û pûç dikirin û xelk jê haydar dikir.

Dengê Kurdistanê weke bangê 3 danê rojê xwe digihande heçî maleke Kurdistan.

Dengê Kurdistanê rojane nûçeyên hemase û berxwedaniya pêşmergên qehreman digihande guhê her kesî.

Dengê Kurdistanê şikestên mezin ên hêzên rejîmê, ku rejîmê ji xelkê Îranê diveşart, rojane belav dikirin.

Lewma, Dengê Kurdistana Îranê, di nava dil û bawer û hiş û guhê her kesî de cih girt û xelk ji her tişt û karekê derbas dibûn ku xwe bigehin bi dema belavbûna wî dengê zelal.

Dengê Kurdistanê gelek caran kevte ber êrîş û bombarana rejîmê, rejîmê dehan desgehên parazîtê terxan kirin ku bikare berahîka wî dengî bigire ku negihîje guhê evîndarên vê, lê Dengê Kurdistanê mil bi milê pêşmerge, çiya bi çiya berxwe da, 20 caran cihê xwe guherî, û ev deng li malên Kurdistanê qut nebû.

Piştî pêşkevtina teknolojiya ragihandinê û hatina meydana televîzyon û mahware û kampûtrê ku heya qasekê meydan bi radyoyan çol kir, lê aliyê kêm heta wî serdemî enformatîkê, Dengê Kurdistanê erkê xwe bi serbilindî encam da.

Hekî çi Dengê Kurdistanê îro cihê xwe daye Televîzyon û medyayên din, lê yad û bîreweriyên vê radyoyê herdem li dilê xelkê Kurdistanê de zindîne û bi bilind dinirxînin û yad û bîreweryên wê pîroz dikin û bal wan bûye parek zêrîn ji dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê.

Pîroz be 43emîn salvegera damezrandina Radyo Dengê Kurdistana Îranê.

Yad û navê damezrênerên vê hertim zindî.