Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leka reş dê her reş bimîne

09:55 - 3 Hezîran 2023

N: Nûredîn Sofîzade

Berdana terorîstekê, nikare ruçkê terorîsmê li ser rejîmê paqij bike.

Teror û ji navbirina fizîkî ya neyaran hertim wekî çekekî qirêj û dûr ji hemî pirensîpên mirovahiyê û navnetewî, di destê wan hikûmet û deshilat û band û girûpên dîktator û xwesepên bûye û bi dijî neyar û dijberên xwe bi kar anîne.

Teror bi dirêjahiya dîrokê hebûye û hekî em bixwazin bizanibin ku teror kenkê bi awayê sîstematîk hatiye bikaranîn, hewceye ku em amajeyekê bi danerê bingeha terorê bo cara yekem di dîrokê de bikin.

Hesen Sebah dema ku deshilatdarê Kela Elemût bû û ji bona parastina deshilata xwe cehd dikir ku heçî dengekî bi dijî xwe û deshilata xwe tepeser bike û ji nav bibe, di cihê vê ku li asta xwarê û mam navendiya civatgehê de bi giştî tepeser bike ku kevtibûne jêr bandora neyarên Hesen Sebah, kevte şopa vê yekê ku lîderên nerizayetî û dijberên xwe nas bike, di destpêkê de ev hemî nas dikirin û ji bona evê ku bi aşkera wan negire û nekuje, hinek kesên çeleng û heta çi peywendî bi deshilata wî jî nebûn, komî ser hev kirin û perwerda kuştina neyaran da wan kesan ku pişî kuştina heçî yek ji neyarên wî, çi şop û devsekê jî bi dû xwe re nehêlin, bo encamdana heçî terorekê jî, wan bikujan anku terorîstên Sebah, diba Heşîş bikêşandibana û serxweş bibana, daku di encamdana teroran de hem poşman nebin û hem bê rehim bin. Gelek nekêşa ku ev girûpa terorîstên Hesen Sebah ku bi girûpa Heşîşiyan hatibû naskirin, karîn piraniya neyarên deshilata Elemûtê ji nav bibin û tirs û xofeke mezin jî bixne nava xelkê ku êdî tu kes jî dijayetiya Hesen Sebah û deshilata wî neke. Hesen Seba di rûpelên dîrokê de wekî danerê bingeha terorê bo yekem car tê naskirin, Sebah kesekî îdolojîk û Oliyekî tundrew Şîeyê 13 Îmamî bû ku xwe peyrewê firqeya Îsmaîliye dizanî.

Ji vê demê ve heya niha deshilatdarên Îranê û bitaybet peyrewên Şîeyan û firqeya Îsmaîliye di Îranê de ji bona parastina deshilata xwe û bona ji navbirina neyarên xwe, hawara xwe bo terorê dibin.

Ger em binêrin piştî derbasbûna nêzî Hezar salî bi ser nemana yekemîn damezrênerê Terorê, îro rojê rejîma Îslamiya Wilayeta Feqîh jî ku xwe peyrewa firqeya îsmaîliye dizane û Elî Xamineyî yê dîktator jî ku xwe murîd û teqlîdê Hesen Sebah dizane, çeka herî kara ku bi dijî lîder û kesên dijberî xwe û deshilata xwe dizane, bikar tîne, Teror e.  Cinayet û teror û mirovkujiya rejîma Îranê di astekê de ye ku avekî paqij bi ser destê Hesen Sebah û hemû terorîstên cîhanê dakiriye, Rejîma Komara Îslamî her di yekem rojên gihîştina xwe bi deshilatê, destbicî girûp û kesên terorîst perwerde kirin, hev şêweya Hesen Sebah hem mejiyê terorîstan bi îdolojiya xwe tijî dikir, hem bona kuştina neyaran ev serxweş dikirin.

Rejîma terorîst û terorîstperwer a Axundî, ne tenê di nava Îranê de, belkî di asta zaf welatên cîhanê de girûpên terorîst ên girêdayî bi xwe çêkirin, Deshilatdarên rejîmê hemî dar û nedar û serweta welat xistine xizmeta bi dehan girûpên terorîstî li welatan de.

Rejîma Îranê heçî dema ku derfet peyda kiribe û jêre çobe serî, li heçî cihekî dunyayê be, bona teror û kuştina neyarên xwe û bi taybetî hêzên siyasî yên dijberî xwe û rêberên siyasî û xwedî bandor, terorîstên xwe hinartine û kiryarên terorîstî encam dane, lewra rejîmek ku di cehda terora neyarên xwe de, li heçî cihekî cîhanê de be, ev kiryar û ji navbirina fizîkiya neyaran, dibe terorîsma navdewletî.

Kêm ninin ev mînakên ku kevtine ber terorîsma navdewletiya rejîma Îslamî, li ku dera wê cîhanê de teqînek bibe, terorek bibe, xirabkarî, barimtegirtin, pîlan û tevdanî û şer û alozî çêbibe hekî binîça vê têt vekolîn, bi curekê destê rejîma Îranê tê de hebûye.

Teqîna navenda cihûyan li Arjantînê, teqîna navenda serbaziya nevnetewî li Lubnanê, teqîna navenda hêzên serbaziya Amerîka li Erebistanê, bi hezaran teqîn li Îraq û Sûriye û Efxanistanê bi dijî hêzên navdewletî, Terora Herîrî li Lubnanê, danana navenda 15ê Xordadê û diyarî kirina xelat bo terora Selman Roştî û li dawiyê de jî cehda sernekevtiya terora wî, ku bi birîndarî û seqetî jê xelas bû, gefa terora deshilatdarên Amerîka ji wan Pompeo û Bolton, Ji neyarên xwe û lîder û kesayetiyên siyasî yên Îranî em dikarin amajê bi wan çend rêberên naskirî bikin, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî, û sedan kadr û pêşmerge û endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Kazim Recewî, Şapûr Bextiyar , Ebdulrehman Birûmend, Fireydûn Feroxzad, û dehan kesayetiyên din.

Rejîma Îranê heya niha çendîn caran û li dadigehên navnetewî de û yên welatan wekî rejîmeke terorîst hatiye nasandin û rêberên pile yekem ên rejîmê wekî biryarderên wan kiryarên terorîstî hatine nasandin û heta biryara celb û girtina wan hatiye danê ku mînaka herî berçav hikmê dadigeha Mîkonosê bû.

Rejîma Îranê Di navxweya welat de jî, berdewam bûye li ser terora heçî dengekî dijberî xwe û terorên zincîreyî yên dehka 1990an, ku bi qetlhayê Zencîreyî hatiye naskirin, rêber û kesayetiyên zanistî û nivîskar û rewşenbîr û rojnamevan û siyasî û olî, yên wekî Mela Mihemed Rebî`î, Daryûş û Perwane Firûher, Mihemed Muxtarî, Mihemed Ceifer Pûyende, Mecîd Şerîf, Hemîd Hacîzade, Xefar Husênî, Pîroz Dewanî û gelek kesên din, teror kirin.

Tu kes nine ku haya wan ji ev hemî cinayet û terorîsma rejîma Îranê nebe, lê ya ku wekî belge li asta navnetwî de dikare rûyê rastîn yê terorîsma navdewletî ya Îranê be, girtin û dadigehîkirina çendîn terorîstên hinartiya rejîma Îranê ne ku di dema encamdan yan pîlan danana teroran de li zaf welatan hatine girtin û di dadigehên serbixwe de hatine mehkumkirin, ku em dikarin amajê bi Kazim Darabî, Enîs Neqaş, Elî Wekîliyê Rad, Mihemed Ceifer Sehrarûdî, Esedula Esedî, û dehanên din.

Rêberên herî pile bilind yê rejîmê ji wan Elî Xamineyî, Refsencanî, Wilayetî, Muhsin Rizayî, Elî Felahiyan, û hemî fermandên Sipaha Pasdaran li çendîn dadigehên navnetewî de wekî terorîst û biryarderên terorîsma navnetewî hatine naskirin.

Îro ya ku welatekî wekî Biljîkayê bi hinek sat û sewdaya di navbera xwe û rejîma Îranê de, terorîstekî wekî Esedula Esedî radestî Îranê dike, nikare nav û leka mirovkujî û terorîst bûna rejîma Îranê kêm biket, Ma Kazim Darabî yê terorîst hat serbest berdan, ma biryara dadigeha Mîkonosê hilweşiya? Ma Elî wekîliyê Rad hate serbest kirin, perwenda terora Bextiyar a rejîma Îranê derkevt?

Bi berdana terorîstên ku tenê cîbicîkerên biryara rêberên rejîmê ne, tu tiştek ji meselê naguhere û rejîma Îranê li tevahiya xwe de rejîmekî terorîst û terorîsperwer bûye û bê guma dema vê hindê nêzîk bûye ku rêber û deshilatdarên maka terorê anku rejîmê bikevne ber dadigeh û biryara xelkê azadîxwaz ên Îranê û bi taybetî malbatên qurbaniyên terorîsma rejîma Îranê.