Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkevta 450emîn hejmara Rojnama agirî

09:24 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Nûredîn Sofîzade

Rojnama Agirî ku ji aliyê Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve tê weşandin û rojnameya fermî û zimanhalê Hizba Demokratê ye û 15 rojan carekê tê weşandin, bi ked û zehmeta hemî xebatkarên xwe 450 hejmar belav kirin.

Li serî de hewce ye ku ked û zehmeta hemî wan kesan her ji desteya damezrênerên Agirî ve bigire heya hejmara herî dawî ku hejmara 450an , dest xweşî û mandî nebûniyê ji wan bikin ku bi heçî awayî be di weşandina Agirî de zehmet kêşandine û xizmet kirine.

Agirî pîrozbahiyeke herî germ ji hemî wan kesên newest dike ku sadiqane hekî tenê bo rojekê be jî, ji bona çap û belavkirina Agirî zehmet kêşandine dike.

Gelek xebatkarên xemxwar ji bona ji dayîk bûna Agirî zehmet kêşandin û ked dan, gelek kesan di rêreva berdewamiya Agirî de tevlî bûn û rol lîstin, gelekan bi qelema xwe Agirî dewlemend kirin, gelek bûn ev kesên li darêtin, deste bendî, dîzayîn û terahiya Agirî de şewnixûnî kêşandin û westiyan.

Lewma, Agirî bi vê hilkevtê bi germî destê hemiyan digivişîne û pîrozbahiyê ji wan dike ku bêguma hekî keda wan nebaya renge îro rojê Agirî jî nebûya.

Agirî weke hewcehiyekê bû dema ji dayîk bû, valahiyek di medyaya Hizba Demokrat de seh pê dihate kirin, PDKÎ ku Hizbeke netewî û xwediyê derbasbûyeke pirşengdar a xebatê ye, û pêgeha vê Hizbê ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, belkî di hemî Kurdistana Mezin de jî pêgeheke herî bilind e, Kurd û Kurdistan rengîne û fire devoke, nedibû ku Partiya me tenê bi devokek ji devokên Kurdî siyasetên xwe biweşîne, lewra gelek hewce bû ku Agirî ji dayîk bibe û bi devok û rênivîs û rêzimana kirmanciya jorî bê weşandin ku piraniya gelê Kurd bi vê devokê diaxivin û dinivîsin û dixwînin.

Ji dayîk bûna Agirî ger çi xizmetek bi gelê Kurd û Kirmancî bû, bêguman dewlemendî û fire rengiya Hizba Demokrat jî dide xûya kirin.

Agirî bû pira di navbera Hizba Demokrat û Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê anku parêzgeha Urmiyê, Agirî bû pira peywendiya Hizba Demokrat û xebata Rojhilatê Kurdistanê di gel Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û parek ji Başûrê Kurdistanê û Kurdên Qefqaziya û Ermenistanê û Qezaqistanê.

Agirî bû sedem û pencera di navbera gelek xebatkarên kurd li her derê cîhanê, di wan 450an a Hejmarên Agirî de ku hatine weşandin, ger mirov mêze bike, bi sedan û belkî hezaran mijar û gotarên dewlemend ji aliyê xebatkar û Kurdên perçên din ên Kurdistanê di Agirî de hatine weşandin.

Di heman demê de van xebatkaran û Kurdên perçên din, bi xwendina Agirî haydarê bûyer û xebat û siyaseta Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Demokrat bûne û şopandine.

Di dawiyê de bi hilkevta derçûn û weşana 450emîn hejmara Rojnama Agirî em pîrozbahiyê ji PDKÎ re dibêjin ku xwediyê Agirî ye, em pîrozbahiyê dibêjn hemî xebatkarên Agirî ku her ji dayîk bûna Agirî ve heya hejmara 450emîn ji bona man û dewama Agirî kar kirine, pîroz be ji hemî xwendevanên hêja yên Agirî û bi giştî hemî gelê Kurd.

Hêviya me berdewamiya Agirî ye ku ev jî bi alîkarî û keda newestan a xebatkarên Agirî hasil dibe.