Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pûşpera sor

12:10 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Jêhat

Bo gelê Kurd û bi taybetî PDKÎ û tevgera rizgarîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê, meha Pûşperê meheke tijî ji kovane û tijî ji xwîn û qurbanîdan û pêşkêşkirina nirxên mezin ji bona azadiyê û bidest ve anîna mafê netewey ye.

Raste renge di hemî meh û rojên salê de, tu rojek nebe ku xortek yan çendîn xortên xebatkar ên Kurd di rêya xebat ji bona azadiyê pêşkêş nekiribin, lê birîna herî xeda, nirxa herî mezin û giran ji xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê û Hizba Demokrat re, renge birîna 34 salan berî niha di meha Pûşperê de be.

Di 22ê Pûşpera 1368an Rojî li hember 13ê Tîrmeha 1989an Zayînî de rêberê mezin û navdar yê Kurd, Dr. Ebdulrehman Qasimlo Sekerterê Giştî yê PDKÎ, di gel Ebdula Qadirî Azer Nûnerê PDKÎ li derveyî welat, li Vîyana paytextê Otrîşê ji aliyê terorîstên hinartî yên rejîma Komara Îslamî ve, kevtne ber desrêja guleyan û hatine şehîd kirin.

Dr. Qasimlo ger ji aliyê rejîma terorîsperwer a Îranê ve hate terorkirin û şehîd bû, ger ji dest dana rêberekî wiha lêzan û siyasetmedarekî mezin û dîplomatekî bê mînak, xisarekî pir mezin bû ji bona gelê Kurd û Hizba Demokrat, lê heya îro rojê jî, Qasimlo bi hizr û nerîn û rêbaz û hêlên siyasî yên ku diyarî kiribûn, di nava gelê xwe de her wisa zindî ye û navê Qasimlo bûye benûştê ser devê heçî azadîxwazekê, hizrên Qasimlo bo xebatkaran bûye çiraya ronahiya rêya xebatê, û raman û nerînên wî rêberê mezin ji bo rêvîngên rêbaza wî re bûne waneyên kar û siyaset meşandinê.

Mezinahiya Dr. Qasimlo, zindî bûna wî, berdewamiya rêbaza wî, ger çi di heyamê 34 salên borî de gelek bi başî ji bo dost û dujminan re eyan bûye, lê me dît ku di şoreşa sala derbasbûyî de anku şoreşa Jînayê de, dirûşma Qasimlo, Qasimlo rêya te dirêjî heye, li nava şeqamên Rojhilatê Kurdistanê çawan tijî qirka xortên şoreşvan û serhildayî ve, dihat bihîstin û guhê deshilatdarên rejîma dîktator û terorîst ker dikir.

Dema ku wisa ye raste dujminê xwînmij û terorîst kariye rêberê mezin bi ceste ji gelê wî û Hizba wî bistîne, lê qet nekariye hizr û nerîn û siyaset û şîret û navê Dr. Qasimlo ji gelê Kurd û rêvîngên Qasimlo bistîne, wate dujmin ne tenê bi terora Qasimlo di armanca xwe de serkevtî nebûye, belku bûye sedem ku heçî xortekî azadîxwaz yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwe rêvîng û dirêjederê rê û rêbaza Dr. Qasimlo bizane, ku ewa jî remza zindî man û hermana Qasimloyê mezin e û heya xortên azadîxwaz ên Kurd mabin dê berdewam bin li ser vê rêbazê û heya serkevtina yekcarî û bidest ve hatina armancên Qasimlo û hemî şehîdên Kurdistanê dest ji vê rêbazê bernadin ku rêberê lêzan û mezin yê me danaye.