Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê korrek li ser jiyan û helbestên “Mewlewî” bi rê ve çû

11:45 - 19 Tebax 2023

Li bajarê Sinê korrek di bin navê “îşareyek bi jiyan û helbestên Mewlewiyê Kurd” ê helbestvan û zanayê mezin ê Kurd bi rê ve çû.

Pêka nûçeya “Navenda Nivîskarên Kurdistanê”, roja Pêncşemî 26ê Gelawêjê, li berdewamiya çalakiyên Encumena Wêjeyî ya Mewlewiyê Kurd, korrek li jêr navê “îşareyek bi jiyan û helbestên Mewlewiyê Kurd” ê helbestvan û zanayê mezin ê Kurd li bajarê Sinê hate lidarxistin.

Gotara vê korrê ji aliyê lêkoler “Kulsûm Osmanpûr” ve hate pêşkêşkirin û navbirî bi hûrî behsa jiyan û serbihorî, helbest û berhemên wêjeyî yên Mewlewiyê Kurd kir.

Piştre navbirî bi xwendina helbesteke Mewlewî û şirovekirin û berhevdanîn digel helbestên çend helbestvanên Fars, ev korre zêdetir xemiland.

Hêjayê gotinê ye ku ev kombûne, wek zincîre kombûnek ji aliyê “Encumena Wêjeyê ya Mewlewiyê Kurd” ve berdewam dibe û dê hemû Pêncşemiyan bi rê ve here.