Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma dawî dewreya fêrkirina zimanê Kurdî li Şinoyê

10:13 - 20 Tebax 2023

Rêûresma bi dawîhatina dewreya Havînî ya fêrkirina zimanê Kurdî ji aliyê Navenda Zanistperwer a Jiyanê ve, li 25ê Gelawêjê li bajarê Şinoyê bi rê ve çû.

Roja 25ê Gelawêja 1402an, dewreya Havînî ya dawî dewreya hînkirina rênivîsa zimanê Kurdî ji bo zarokan li bajarê Şinoyê ku ji aliyê xatû “Sefiye Bêxem” ve bi rê ve diçû, di rêûresmekê de bi dawî hat.

Di wê rêûresmê de pirtûka çîroka zarokan wek xelat ji aliyê mamosteyê dewreyê ve pêşkêşê dersxwanan hate kirin û di dawiya rêûresmê de çend dersxwanên beşdar di wê dewreyê de helbest xwendin, herwisa Berpirsê Navenda Zanistperwerî bo Jiyanê, kêfxweşiya xwe li hember wê dewreya serkevtî nîşan da û spasiya mamoste û dersxwanan kir ku heta dawiya dewreyê bi awayekî çalakane beşdarî kiribûn.