Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yadek pîroz

16:58 - 22 Tebax 2023

N: Nûredîn Sofîzade

Her li berê hatiye gotin ku ger di cihekê yan di nava civakekê de yan neteweyekê yan heta di nava malbatekê de yekîtî û tifaq hebe, ger yekrêzî hebe, hêz û şiyan jî heye û tu dujminek nikare zeferê ji vê malbatê û netewê û civakê bibe.

Hewceye ku amaje bi berewajiyê vê yekê jî anku netifaqî û jev weqetiyan nebûna yekîtiyê jî bê kirin ku ger tifaq û yekîtî di nava netewe yan civak û malbatekê de tunebe, di encamê de dujminan û neyarên wan karîne gelek bi sanahî wan rastî şikest û windahiyê bikin.

Mixabin di dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd de, hindî Kurdan ji destê hev xisar dîtinî û bi dujminatiya hevdu ve mijûl bûnî, hind ji dest dujmin û dagîrkerên Kurdistanê ve şikest nexwarine.

Lewra ez bawerim êdî Kurdan she bi vê ezmûna tehl û xisara li vê derheqê de kiribin û hewceye derbasbûyî bo xwe bikine waneya jê fêrbûnê.

Her wekî her aliyek dizane 17 salan berya niha bi sedemê hin pirskirêkên navxweyî, jev weqetiyanek di nava refên PDKî de çêbû, ger em bixwazin bas ji xisarên vê bikin û ji nû ve xwe rexne bikin, renge îro di cihde nebe, lê gelek zû piştî jev weqetiyanê herdu baskên Hizba Demokrat she bi şaşî û xisarên vê weqetiyanê kirin, lewra deryên diyalogê vekirin û ji bona jev nêzîkbûnê û di encamê de yekgirtina xwe kevtne gengeşê û heya roja 30 yê Gelawêja sala derbasbûyî di merasimeke jêhatî de mizginiya yekbûna xwe dane gelê Kurd û endam û alîgirên xwe û malbatên serbilind ên Şehîdan û dilê evîndarên rêbaza xwe xweş kirin û dujminê xwe jî kor û posîde û bê hêvî kirin.

Hizba Demokrat ku ev 78 sal in pêşengatiya xebateke berfireh a netewî li Rojhilatê Kurdistanê de dike û hertim cihê hêviya gel bûye û xelkê Kurdistanê serkevtinên vê Hizbê bi yê xwe zanîne û rojên tehl û nexweşî û xisarên vê jî bi yên xwe zanîne, lewra di demekê de ku gelê me bi jev weqetiyana Hizba xwe dilgiran û nîgeran bûn, di 30yê Gelawêja sala borî de jî dilxweş û şad bûn.

Bê guman Hizba yekgirtî ya Demokrat gelek bi bandortir bû. Ev xelkê bi curekê xwe alîgirê yek ji aliyên Demokrat dizanîn, piştî yekgirtinê êdî her hemî xwe alîgirê yek hizbê dizanin ku ev jî Hizba Demokrat e. Mînaka vê yekê jî her kesî û dost û dujminan ji dilxweşiya xelkê Kurdistanê de dîtin ku mizginiya yekbûnê ji Hizba xwe guhdarî kirin.

Hizba Demokrat piştî vê yekgirtinê di çalakî û kiryar û xebat û siyaseta xwe de bêguman serkevtîtir bûye, çi di asta dîplomasiya navnetewî de, çi li hember dujmin de, çi bandora wê li ser xebata azadîxwaziya xelkê welatperwer ê Kurdistanê de. Renge mînaka herî berçav a vê jî em dema şoreşa Jîna yê de bibînin, di cihê xwe deye ku xuya bû.

Hizba Demokrat cihê hêvya gelê xwe, niha bi yekîtiya xwe, hêza mezin a serhev ya xwe, ji heçî demê derbasbûyî zêdetir bihêz e, li ser piyane, bawer bi xwe ye û li ser xebata li pêxema bi dest ve anîna maf û azadiyên gelê xwe jî, ji heçî demê qahîmtir û micid û mukum di meydana xebatê de rawestiya ye.

Di dawiyê de hewceye ku bi vê hilkevtê ciwantirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemî rêvîngên rêbaza Demokrat bikin û bila niha pêde her yêk ji wan xwe li hember parastina yekîtî û yekrêziya Hizba xwe, xwe berpirsyar bizanin û bi hemî şiyana xwe biparêzên.