Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşwaziya Gelawêjê

10:05 - 9 Tebax 2023

N: Nûredîn Sofîzade

Meha Gelawêjê bi rojên taybet ên xwe ku bûne parek ji dîroka xebat û tevrêra rizgarîxwaziya gelê kurd, meha bîranînên pîroz ji bo me bûye û bûye meha kelemê nav çavê dujmin û neyarên gelê Kurd.

Bitaybet Gelawêj bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê re naveke gelek taybet û hezkiriye, li ber vê ku di Gelawêjê de ku Hizba wan a pêşengê xebat û tevgêra rizgarîxwaz, anku Hizba Demokrat hatiye avakirin.

Di Gelawêjê de evîndarên rê û rêbaza wê Hizbê hertim xwe amade kirine ji bona pêşwazî û pîrozkirina herî germ. Seranserî Rojhilatê Kurdistanê hemî salê di meha Gelawêjê de şewq dide û germahiya wê şewqê kela dîktator û dujminan dilerzîne.

Ger em amajeyekê bi vê hilkevtê bikin ku bê guman tu kes li Rojhilatê Kurdistanê nine ku haya wê munasibetê nebe, lê dîsan jî hewce ye ku bê baskirin.

Di roja 25ê Gelawêja sala 1324an de Hizba Demokrat weke partiyekî netewî-demokratîk li ser bingeha J.K hate avakirin, di rastî de Hizba Demokrat bi hinek guhartin li nav û pêkhata J.K ê ji dayîk bû, û Hizba Demokrat hemen J.K e ku di sala 1321an de li ser destê hin xebatkar û kesayetiyên netewî û xwedî pêgeh ên Kurdistanê hat danîn û her hemî xebatkar û endamên damezrênerên J.K bûn ku PDKÎ avakirin. Wate tenê di sala 1324an de guhartinek bi ser navê wê rêkxistinê de hatiye û endam û avakerên wê heman endamên J.K bûne û armanc û daxwazên siyasî û netewiye wê heman daxwaz û armanca J.K bûne, ku wisaye baştire bê gotin ku Hizba Demokrat di sala 1321 an hatiye avakirin, gelek sirûştiye ku di dirêjiya wan 80 ê salên derbasbûyî de gelek guhartin bi ser taktîk û dirûşm û pêkhata wê Hizbê de hatibin ku guhertina J.K ê bi Hizba Demokrat a Kurdistanê jî yêk ji wan guherînane.

PDKÎ di heyamê 80 salên boherî de li pêxema gihîştina bi wan armanc û daxwazên netewiye ku li ser wê bingehê hatiye avakirin, gelek nirxên giran dane, Hezaran Pêşmerge û endamên wê Hizbê li pêxema armanc û berjevendî û parêzgarî ji axa Kurdistanê û gelê kurd canê xwe gorî kirine, dehan endamên rêberiya wê Hizbê û serweyî hemiyan Pêşewa Qazî mihemed yekem serok û avakerê wê hizbê, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî Sekertêrên wê Hizbê pêşengê canliserdestî û fidakariyê bûn ji bona serxistina armancên gelê Kurd û Hizba xwe, û şehîd bûne.

Hizba Demokrat di hemî heyamê temenê pir serfiraziya xwe de, mezintirîn xweşnavî û pêgeha herî bi hêz di nava gelê xwe de hebûye ku pareke ji vê pêgeha mezin û xweşnaviyê vedigere bo ser heman fidakariya endam û pêşmerge û Rêberên wê Hizbê bona bidestve anîna daxwazên gel.

Pêgeha yekem a Hizbê di nava gel de vedigere bo siyasetên serrast û usûlî û sedaqeta di gel xelkê.

xweşnaviya wê Hizbê vedigere bo mukumî û micidiya li ser berdewamiya xebatê.

Pêgeha bi hêz a vê vedigere bo vê ku hemî endam û rêberên vê parek ji Kur û Keçên heman wî xelkî ne û ji çi cihekî din û bîhanî nebûne.

Xalên pir şanazî yên mezin bûn û xwedî bandor bûn û xwedî pêgeha berfireh a wê Hizbê di nava gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê gelek in, û ji hejmar nayên û renge di kurte gotarekî wiha de cih nebin.

Lewma, em dibînin ku hemî salê di meha Gelawêjê de li seranserê Kurdistana Îranê de, gel bi hilkevta salvegera avabûna Hizba Demokrat kar û çalakiyan dikin û pîrozkirina wê yadê bo xwe kirine parek ji kultûra xwe.

Ku wisaye piştî derbasbûna 80ê salan roj bi rojê zêdetir PDKÎ xweşnavî, xwedî pêgehtir, bi bandortir di nava gel de ye, û bûye felsefa jiyan û çand û berxwedanê.

Pîroz be 25 ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ li xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê û malbatên serfiraz ên şehîdan û hemî endam û kadr û pêşmergên PDKÎ.