Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûneratiya Yekîtiya Ciwanan di panêleke rêkxirawa Ciwanên Sosiyal-demokrat a Almanê de

11:28 - 19 Îlon 2023

Li ser banghêjiya fermî ya Saziya Ciwanên Sosyal-demokrat a Almanyayê, roja 16ê Îlona 2023an, li bajarê Berlînê, Laniya Resûlî bi nûneratiya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê di panêleke vê rêkxirawê de beşdarî kiribû ku taybet bû bi yekemîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û herwisa nîşandana piştevanî ji jin û ciwanên Îran û Kurdistanê..

Di penêlê de Rêkxirawa Ciwanên Sosiyal-demokrat a Almanê û nûnera Yekîtiya Ciwanan gelek bi rijdî tekezî li ser rola ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di şoreşa Jînayê de û herwisa bandora vê xebatê di sala derbasbûyî de heta niha kirin.

Di beşeke din a penêlê de tekezî li ser dîtina rêkarên guncaw ji bo şermezarkirina rejîma terorîstî ya Îranê li welatên Ewropa û Almaniyayê hate kirin.

Di beşeke din ya vê penêlê de dirûşma şoreşa Jînayê (Jin, Jiyan, Azadî) hate behskirin û di dawiya penêlê de rewşa niha ya aboriya Îranê û cutadîtanînên li Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.