Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd û xebat binbir nabe

20:05 - 26 Îlon 2023

Nûredîn sofîzade

Hin caran di pêvajoya xebatê de rewşekî nexwastî û dijwar tê pêş ku heya qasekî bê hivîtî bi dû xwe de tîne û dibe sedema nîgeranî û dilequtkê hem bo xelkê û hem bo parek ji xebatkaran jî.

Xebatkar û mirovên şoreşvan ên kurd ku di pêxema bidestveanîna maf û azadiya netewî û qedera xwe de rêya xebatê hilbijartine, bê guman bi agahî û zanebûn ve bûne şoreşvan, ger kesek jî ku bi agehî û zanebûn rêbazek girtibe bera xwe bi bawer û îman bi berheqiya vê rêbazê ye ku amade ye ked û îza û nirxê li vê rêk de jî bide. Ku wisaye berî heçî kesê mirovê şoreşvan ku xwedî baver û îrada berxwedanê ye, nabe tu carî li xonaxên dijwar ên xebatê de bê hivî be û bikeve dilequtkê.

Mirovê şoreşvan ê Kurd ku xebatê dike bona bidestveanîna mafê netewî, ku bi pêşmergê Kurdistanê tê naskirin, bona geheştina bi armancên bilinde  xebatê ku armancên netewîn e, amade ye ku mezintirîn sermayê jiyana xwe an ko canê xwe jî li vê pêxemê de gorî bike. Ger xelkê asayî baş ji vê pirsê tênegîje û tenê bona xoşvaniya pêşmerge û berdewamiya xebatê li qonaxên dijwar de nîgeran dibe, dîsan ewa pêşmerge û şoreşvan in dibe îrade bexş bin û xelkê ji nîgeranî û bêhivtiyê derxînin.

Şoreş û xebata gelê me bi dirêjahiya dîrokê evraz û nişîvên cuda cuda bi xwe ve dîtine, gelek caran kevtiye, lê gelek nekêşaye dîsan rabûye, gelek caran serkevtinên mezin û şanazî bo gelê xwe tomar kirine, mirovê şoreşvan ne li dema şikestê de bê hivî debe, ne dema serkevtinê de serxwe diçe.

Ger em basê xebata netewî li Rojhilatê Kurdistanê bikin, ev 8 dehike ku bi pêşengî û rêberiya Hizba Demokrat ev xebat berdewam bûye û ger hin caran kevtiye, lê aliyê kêm tu caran nehêlaye ku dujmin bigehe xwezya xwe ku bo hertim şoreş û dengê rizgarîxwaziya Kurd mat bibe. Ceribandina 80 sal xebata gelê kurd û Hizba Demokrat û berxwedaniya heya îro rojê ku hatiye kirin, bo me ev wane û derseye ku em erxayînin ji vê yekê ku her çavan Hizba Demokrat gelek roj û qonaxên dijvar bohorandine, dê îro rojê jî her wisa serbilind bi derbasbûn ji vê qonaxa dijvar, bi xebat û berxwedanî û pêşengiya xwe bibe cihê şanaziya gelê xwe û xwediyê hemen pêgeh û hitbar û xoşvaniya xwe be û ci hêz û aliyek û deshilat û dewletek û dujminek nikare rolê pêşengatiya Hizba Demokrat li îran û kurdistanê de berçav negire.

Îro rojê bi pîlangêriya rejîma dijî mirove axundî ku givaşekî zêdeye herêmî li ser Hizba Demokrat û xebata kurd li Rojhilatê Kurdistanê heye, û rejîm jî zêdetir wekî şerê pirûpagendeyî û derûnî mifahê jê verdigre ji bona bê hivîtiya gelê me, bê guma ne tenê ev yêkejî nîşana lewazî û bê hêziya PDKÎ nine, belkî nîşana bi hêzî û xwedî bandorî û pêgeha mezin û bê rikebere Hizba Demokrate ku rejîm jê tirsandiye û sernixûniya xwe li xebat û hebûna Hizba Demokrat û gelê Kurd de dibîne.

Rejîma Komara Îslamî û hemî neyarên Hizba Demokrat gelek baş dizanin ku  bi jinavçûna Komara Kurdistanê ev Hizbe ji nav neçû.

Bi sêdaredana Pêşawa Qazî Mihemed û rêberên Komarê û Hizbê, ev hizbe ocaxkor nebû.

Bi şehîdbûna piraniya xebatkar û endamên rêberiya vê Hizbê di xebata çekdariye salên 46 û 47ê de ev Hizbe ji nav neçû.

Bi fermana Kurdqirana Xumeynî di sala 58ê de gelê Kurd û Hizba wan her man.

Bi teror û şehîdkirina rêberê mezin Dr. Qasimlo ku rejîmê xewna temirandina yêkcariye agirê xebatê didît, ev Hizbe her ma.

Bi terora Dr. Şerefkendî ev hizbe her ma.

Bi bombaran û mûşekbaran û bi terora sedandan kadr û pêşmerge û endamên rêberiyê, ev hizbe her ma.

Bi dayêxistina Radio Dengê Kurdistanê, bi givaşan, bi guherîna dehan cihên bargeh û meqerên, ev hizbe her berdewam bûye, li ber evê ku Hizba Demokrat û pêşmerge û endamên vê îman bi xebat û armanc û rêbaza xwe hene, lewra hertim cihê hivya gel bûne û gel zaniye ku Hizba Demokrat sozdarê gelê xwe ye û nirx çi dibe bila bibe lê tu carî gel bê hivî nake.

Bê guman serkevtin ya gelê me û Hizba wane