Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fitneya rejîmê dibe sedemê sernixûniya bilez

11:37 - 25 Çirriya pêşîn 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Wan rojan heya qasekê li bi siya şerê di navbera Hemas û Îsraîl de, çavê media û nûçegihaniyan û baskirin ji bûyerên nava îranê de yan bi temamî hatiye qutkirin, yan hinde kêmbûye ku ti mediayek bas nake.

Bi wî awayî xûya dibe ku ger demkî be jî, rewş bi qazancê rejîma dîktator diçe pêş û deshilatdarên rejîmê vê yekê bo xwe bi derfet bizanin ku heya qasekî zêdetir û ji berê hovanetir destê xwe beredayî bibînin û çinayet û tepeserî û girtin û kuştina azadîxwazan bi sanahîtir encam bidin.

Gerçi agir û fitne û şer û aloziya ku niha li Îsraîl û Felestînê de diqewime, hemî dunya dizane ku bi pîlan û fermana dîktatorê Îranê çêbûye, lewma çi guman li vê hindê de nîne ku yêk ji mebestên rejîma dîktator û şexsê Elî Xamineyî her eva bûye ku çavê cîhanê li ser bûyerên Îranê bigere û balê bikêşe ser wî şerî.

Çimku asta xwînrêjî û malvêranî û nîgeraniya ser wî şerî hinde mezine ku şev û roj hemî media yên cîhanê giraniya kar û nûçe û raporên xwe terxan kirine bo ser wî şerî ku eva jî bi kêf û ser dilê rejîma Îranê ye.

Rejîmê ezmûn li cinayeta xwe a kuştina keça Kurd Jîna Emînî de hebû, gava heman cinayet li ser keçekî dinê ye Kurd a bi navê Armîta Girawend encam dan û rewşa wê keçê ku kevtibû komayê bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşabû û şev û roj li media yan ve dihate baskirin û rejîm ji tirsê serhildan û bigurtirbûna şoreşa Jin Jiyan Azadî, beecî bû, bê guman agirê fitnê li Xeze û Îsraîl de hilkir.

Gorî dawî zaniyariyan Armîta canê xwe ji dest daye û rejîmê pîlana dana nûçeyên Qetr çekanî girte bera xwe ku hêdî hêdî nûçeya mirna Armîta yê rabigehîne ku êdî hem bo xelkê asyî bibe û hem kelêjana şoreşê dakevtibe, û hem malbat û dayîk û babê Armîtayê soz bidne rejîmê ku vê pirsê ne li ser xwe û ne jî li ser rejîmê mezin nekin.

Rejîm herwisa li jêr siya şerê Xezê de, rojane lavên welat li sêdarê dide, cinayet û girtin û kuştinê li ser gelê şoreşvane Belûç encam dide, Azadîxwazan û çalakên di warê cuda cuda de digre û hukmê giran bi ser wan de disepîne, nawçên Rojhilatê Kurdistanê milîtarîzetir dike û rojane lavên Kurd dide ber gulleyan û dikuje.

Em bizanin kanê rejîmê ger çi bi awayê demkî kariye rewşekî bi wî rengî hem bo xelkê Îranê û hem bo nawça Rojhilata Navîn biafirîne, heta çi qasekê serkevtî bûye û armancên xwe hasil kirine. Ger çi rejîmê bona dewama emrê xwe û tepeseriya xelkê Îranê û peçavtina cinayetên xwe li nav xweya welat de fitna Xezê çêkir û jêvebû ku nexşê qirêje vê dê bo hertimî û bi qazancê rejîmê tewaw be, lê her tişt bi berewajî derkevt, hemî cîhan û Îsraîl û welatên herêmê gelek baş haya wan ji vê rastiyê heye ku ev şer bi fermana rejîma Îranê û rêberên vê hate kirin û ev mûşekên ku ji aliyê Hemasê ve hatne havêtin bi Îsraîl, hemî mûşekên rejîma Îranê û bi diraf û piştewaniya Îranê hatine dabînkirin.

Bêguman ne cîhana azad, ne welatên xwedî bandor û Îsraîl û hevalbendên xwe, her wisa bisanahî li ser vê fitneçîtiya rejîma Îranê re derbas nabin, ku bû sedemê malvêranî û kuştarekî mezin û nîgeraniya hemî cîhanê.

Rejîma Dîktatore Îranê ev fitne kir da ku xwe ji şoreş û sernixûniyê xelas bike, lê nedizanî ku ber kestekê revîye ber kevir û bi wî karî bû sedemê rakêşana piştgîriyekî zêdetire cîhanî bo aliyê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û guloka rîsê xwe bo aliyê sernixuniyê bileztir kir.

Hemî nexşe û armancên rejîmê bûne bilqên ser avê û rûyê metirsia zêdetire dîktatoriya Wilayeta Feqîh bo her kesî îsbat bû û hemî cîhan ji hebûn û mana rejîmekî wiha nîgeranin, û hekî berê tenê şoreşa li navxwe hebû bi dijî dîktatoriyê û welatan û civatgeha navnetewî bi parêz û têbînî raya xwe didane xûya kirin, niha êdî tenê xelkê Îranê nîne û belkî hemî cîhana pêşkevtî dê cehdê bike hindî zû vê reh û koka fitne û şer û terorê ji nav bibe.