Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wekheviya qedera Jîna û Armîta yê

22:40 - 10 Çirriya pêşîn 2023

N. Jêha

Carekî din keça Kurd a bi nave Armîta kevte ber xezeba dujminê mirovahiyê.

Carekî din ev cinayet bi dijî keça Kurd li Tehranê qewmî.

Carekî din mirovkujên hov hêzên tepeserkare rejîmê bi hêceta Hicabê keça Kurd xistine ber lêdan û kutanê.

Carekî din heman rewşa kevtina Komayê, Heman weşartina rastiyan, heman sinaryoyên direvîn ji bona bê dengkirina dayîk û babe keça kurd.

Carekî din û carekî din û renge li pêşerojê de gelek carên dine.

Dubarebûna qedera Jîna Emînî bo Armîta Girawend heman sinaryo û heman pîlangêriya rejîma dijî Kurde komara îslamiye ku gelek bi zanebûn û bi awayê bijartî ev cinayeta bi dijî keçekî dine a Kurd encamp daye.

Renge ev pirsyare gelek kêm kevtibe ber raya me Kurdan ku erê gelo çima ev cinayetên girtin û lêdan û kuştina Jîna û Armîta yê, tenê bo keçên Kurd ev jî rast li Tehranê tête pêş?

Yan rojane keçên Tehranî jî wekî Jîna û Arçîta yê têne girtin û lêdan û kuştin û nûçeyên wan nagihîjne me?

Yan keç û jinên tehranî li gorî biryar û dilê rejîmê hemî edetên hicabê berçav digrin û tenê keşên Kurdin ku diçne Tehranê û hicabê reayet nakin?

Bê guman bersiv gelek rohn û aşkeraye ku ev jî ewaye: Rejma dictator û dijî mirove wilayeta feqîhî,bi biryara rêberê xwe, 45 salan berya niha can û mal û namûsa netewa Kurd bi helal zaniye û niha jî peyrewên wî berdewamin li ser cî bi cî kirina vê fitwa û biryarê.

Lewra çi guman li vê hindê de nine dema ku hêzên rejîmê li tehranê û li metroyan û cihên giştî de bi ser xelkê de digerin ku heta hicaba destê zorê bi başî bi rê ve biçeî dema rastî keçekî kur dibin û dizanin ku Kurde û ne xelkê Tehranê ye, gelek hovane digrin û lêdidin û heçî cinayetekê bi dijî mirovê Kurd û keça Kurd bi misteheq û rewa dizanin û encamp didin, wek evê ku erkê şerîye xwe û biryara rêberê xwe û teklîfa rejîma xwe bi awayê herî baş encamp dabe.

Ev reftara hêzên rejîmê ku bi zanebûn bi dijî Kurdan û keş û jinên Kurd bi taybetî li Tehranê dubare dibe, bê guman armancên gelek qirêj li piştêne, hem bi wî awayî karîne Kurdekê bigrin û bikujin, hem dixwazin vê peyamê bidne hemî Kurdan ku Tehran cihê wan nine û nabe bo Kurdan ewle be, ku êdî ti Kurdek nekare yan nevêre biçe Tehranê.

Mînak renge gelek bin û tenê Jîna û Armîta nînin, li pêwajoya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de sala par, li Tehrana 20 milyon heşemetî de, ma ewa pirsyar nebû ku çima li nava xwenîşandanên Tehranê de çendîn keç û xortên Kurd dihatne kuştin?

Ev qedera dê hêşta dubare bibe, u gelo Kurd jî dikarin bi kiryar û bertekekê vê peyamê bigehînine Tehranê ku ji bilî Kurdan ti kes û serdest û dagîrkerek jî li kurdistanê de ewlehî çinabe?