Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Hikmê girtîgeha heta hetayî ya Hemîd Nûrî, şikestek mezin bo rejîma Îslamiya Îranê ye”

18:08 - 20 Kanûna pêşîn 2023

Mistefa hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat, bi belavkirina peyamekê li derheq piştrastkirina cezayê girtîgeha hetahetayî ya Hemîd Nûrî, ew hikme bi şikesteke mezin bo rejîma Îslamiya Îranê binav kir.

Deqa Peyamê wiha ye:

Piştrastkirina hikmê girtina hetahetayî ya Hemîd Nûrî li dadgeha Swêdê li derheq beşdariya navbirî li bidarvekirinên bi kom ên girtiyên siyasî li sala 1367 a Rojî, serkevtinek mezin bo tevgera rizgarîxwazî û dadxwaziya Îranê ye.

Bi bê berçavgirtina vê yekê ku navbirî çend salan dê li girtîgehê de bimîne an egera vê heye ku her wek cezakiriyên wek wî yên berê li çend welatên Ewropayê de li danûstandineke siyasî de bê azadkirin; ew biryara dadgehê, şikesteke mezin bo rejîma ÎslamiyaÎranê ye ku tevî hemû hewldanên xwe yên berfireh bo bi bêtawannîşandana Hemîd Nûrî dabû, dadgehê bi awayekî dadperwerane biryara xwe ya dawiyê da.

Tevî destxweşîkirineke zaf ji parêzerên qurbaniyan, şahidan, dadwerên dadgehê û hemû kesên ku bi awayekî li bi encamgihîştina vê dosyê de ked û zehmeta wan hebûye; pîrozbahî li hemû malbatên azardîtî û hemû çalakvan û xebatkarên rizgarîxwaz dikim ku li dijî rejîma Îslamiya Îranê, li navxwe û derveyî Îranê xebatê dikin.

Bi hêviya vê ku li paşerojeke nêzîk de em şahidê dadgehîkirina hevkarên Hemîd Nûrî û hemû fermander û bikujên xebatkarên newest ên li Îranê ku bi tawana cinayetên bê hejmarên wan li navxwe û derve, li dadgehên dadperwerane bin.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat

29ê Sermaweza 1402 a Rojî