Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rawestan li hember barimregirtinê

12:46 - 23 Kanûna pêşîn 2023

N. Kerîm Perwîzî

Li şerên di navbera 2 girûpên rikeber an dijhev, tevî ku ew şer rewa an narewa be, li bihora dîrokê de ji şêwazên cuda, bo serketin bi ser aliyê beranber, mifah hatiye vergirtin.

 Yek ji wan şêwazan ku hertim bi şêwazeke dûr ji exlaq hatiye hesibandin, li nav netewên cuda de barimtegirtin bûye û li gelek ji şeran de bi şêwazên cuda hatine kirin. Wek mînak, Împerator û şahan li nav netewên şikestxwarî de, keç an xwîşka desthilatdarê şikestxwarî wek hevjîn bo heremserayên xwe birine ku bi şêwazekê ew kes barimte bûye da ku ji serhildana wan an alîkarîdana wan bo dujminê şahê serkevtî li şer, rêgirî bê kirin ku li dema qewimîna rewşeke wiha, canê vê keçê dikevte metirsiyê.

Li şerî niha yê li navbera Îsraîl û Hemasê, hêzên Hemasê hejmarek ji xelkê Îsraîlê û geştyarên biyanî girtin û wek barimte bo tûnelên amadekirî yên Hemasê veguhastin û li qonaxên cuda ên şer de wek alaveke danûstandinê bikar tînin û hinek caran jî wan wek mertalê mirovî li hember êrîşên Îsraîlê de bi kar tînin ku heta niha çendîn kes ji wan, li wan cure êrîşan de hatine kuştin! an ji aliyek din ve milîsên Hemasê xelkê Xezê li praktîkê de wek barimte bikar tîne ku rêgirî ji êrîşên berfirehtir ên Artêşa Îsraîlê bike û bi wî awayî barimtegirtineke berfireh a bi milyon kesan li hember çavên dîrokê, tê kirin.

Mînakekî din ji barimtegirtinê, ji aliyê rejîma qurixkarê desthilatdar a Îranê anku rejîma “wilayeta feqih” ve tê kirin û bi salan e ku xelkê bo siyasetên xwe yên dije mirovî, wek barimte bi kar aniye.

Barimtegirtinên li jêr desthilata rejîma Îslamiya Îranê de bi çendîn şêwazan têne kirin?

- Barimtegirtin a bi eşkere û rastersat ku hêzên spaha pasdaran an îtilaata rejîmê, kesên biyanî li dema serdana wan bo Îranê, binçav kirine û li pêvajoyên cuda, çi li veguherîn digel terorîstên xwe ku li Amerîka an Ewropayê de hatine girtinê, an li beranber şandina diraf bo Îranê, ji wan barimteyan mifah vergirtiye.

Azadkirina çend milyard Dolar li Koreya başûr an zivirandina bikujên şehîd “Dr. Şerefkendî” û Dr. “Bextiyar” li Alman û Feransê bo Îranê an perdepoçkirina dosyeya terorkirina şehîd “Dr. Qasimlo” li hember ticareta çendîn milyard Dolarî ya neftê li navbera Otrîş û rejîma Îranê, mînakên herî berçav ên nîşanderê siyasetên barimtegirtin ên wilayeta feqîh in.

- Binçavkirina malbat û kesên nêzîk ên çalakvanên siyasî da ku bi vê rêyê, çalakvanan neçar bi bêdengman û encamnedana çalakiyan li dijî rejîmê bibin.

- Barimtegirtina berfireh a xelkê ku her car dorpêçên aborî li dijî rejîmê hatine danê, rejîmê ew dorpêşane bo aliyekê kanalîze kiriye ku rasterast bandorê li ser jiyana xelkê bike û bi wî awayî li hember dorpêçên navnetewî, xelk li Îranê kirine mertalê mirovî. Li rewşek wiha de hertim aliyên ser bi rejêmê û kesên li jêr karlêkeriya propagendeyên wan aliyan hebûne, li dijî dorpêçan helwîst girtine, lewma dorpêç wek dujminatî digel xelkê Îranê hesibandine! Bi wî awayî, rejîma dagîrker li pişt mertalê mirovî yê xelkê de xwe veşartiye û sedema bingehîn a rojreşiya xelkê, hatiye perdepoşkirin.

- barimtegirtina tevahiya jiyana xelkê: Wek mînak, vê cara dawiyê ku girûpekê alozî xiste nav sîstema pompên benzênê li seranserê Îranê, dubare hinek deng bilind bûn ku ew alozî û hekkirina sîstema pompên benzînan bi tenê xisarê bi xelkê digehîne û jiyana xelkê tûşê astengiyan kiriye!

- veşartina bikerên serkut û cinayetan bi kincên medenî û danîna binkeyên terorîstî û ceribandinên spaha pasdran li tax û deverên giştî ku bi wî awayî, her derbeyek bi spaha terorîst bikeve, bibe sedema derbepêketin bi xelkê û dubare hinek deng bilind bibin ku aramiya xelkê kevtiye bin gefê û jiyana xelkê ji nav diçe!.

Bi wî awayî, pirsa bi barimtegirtin a li jêr desthilata rejîma Îslamiya Îranê û girûp û milêsên ser bi vê rejîmê, qeware û aloziyeke gelek zêdetir li xwe girtiye û encama vê gihîştiye qonaxekê ku her cure derbeyek bi vê rejêmê û milîsên terorîstî yên ser bi vê rejîmê, bi awayek xisarê bi xelkê barimte yên li destê wan de dikeve.

Terorîzma wilayeta feqîh û milîsên ser bi vê rejîmê, li nav jiyana rojaneya xelkê de xwe veşartiye û xelk bi barimte girtine. Pirsyara bingehîn ew yeka ye ku li hember barimtegirtinên terorîstan de divê çi bê kirin?

Gelo divê metirsiya curek xisarpêketin bi kesên bê tawan jî qebûl bikin? Gelo divê li tevahiya qonaxên barimtegirtinê de bacê bidin? Her wek qonaxên destpêkî yên desthilatdariya rejîma Îranê li bajarê Tehranê ku li hember barimteyan de bac bi rejîma Îranê hate dan û ew rejîme hartir bû!

Li hember bi barimtegirtina balyozxaneya Amerîka li bajarê Tehranê an barimteyên xelkê Firansê li dehika 60an a Rojî an bi barimtegirtina xelkê Kurdistanê û bombebarankirin û rakêtbarankirina bajarên Kurdistanê, hêzên dijberî rejîmê bo nemana metirsiya zêdetir li ser xelkê, paşve çon û li hember de rejîma barimtegire Îranê siyasetên xwe yên barimtegirtinê, berfirehtir kirin.

An dibe ti karek neyê kirin û dest bi ser dest danên û bi hêviya mirina barimtegiran bi awayê sirûştî bin ku renge li vê rojê, deriyek bo rizgariyê vebe û barimte aza bibin û xelk rizgar bibe!!!?