Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Totalîtarîzm li Îranê

10:22 - 30 Kanûna pêşîn 2023

N. Azad Kurdî

Emê di vê kurtenivîsê de balê bidin ser çawaniya pêkhatin û awayê desthilata totalîter an tevavxwaz li Îranê. Desthilatdariyeke hov û dîktator ku di 45 salên derbasbûyî de bûye sedema pêkhatina çendîn şoriş û nerazîbûnên berfireh li dijî vê rêjîmê.

Rêjîmên totalîtar an tevavxwaz û herwiha dîktator di cîhanê de awayek ji rêveberiya hikûmet û sîstema siyasî ne ku bi rêyên bikaranîna desthilatê û bi pêkanîna tirsê di civakê de, bi awayekî giştî di hemû kar û barên siyasî, hiqûqî, civakî, aborî, kultûrî û heta perwerdeyê de jî destverdanê dikin û dixin bin rikêf û çavdêriya xwe.  Rêjîmên wiha atmosfera çavtirsandina hevwelatiyan dikin bingeha karê xwe. Di zêdeyî wan sêsteman de yek kes an komek ji mirovên hevbîr hemû desthilatan bi awayê reha rêve dibin bêy ku rastî çi lêpirsînekê bihên û çi dezgeh û saziyeke demokratîk bikare wan sînordar bike.

Rêjêmên totalîter bona revayîdan bi desthilatdariya xwe ya ne demokratîk, ji xwe qanûnan çê dikin û bi vê rêyê ve di hemû astên jiyana taybet û giştî ya hevwelatiyan de destverdanê dikin û dixin bin çavdêriya xwe de.

Taybetmendiyên berçav ên van sîstemên daxistî gelek berçav in. Emê bi kurtî hindek ji wan şirove bikin : Propaganda û derevên mezin bi berfirehî belav dikin, dezgeha sîxorî û atmosfera leşkerî pêk tînin, berdewam dijminan ji xw re diafirînin, hewlan didin ku serokê xwe pîroz nîşan bidin û bi her awayekê be desthilatdariya xwe biparêzin, jinavbirin û qedexekirina bîr û nerînên cudaxwaz ên dijberî wan, pêkanîna tirs û xofê bi rêya çavdêrî û girtinan, îskence û heta kuştin, terorkirin û herwiha darvekirinê. Sansorkirina zaniyarî û nûçeyan û ji aliyekî din ve lidarxistina hilbijartinên ne azad û bi tevahî kontrolkirî ji aliyê dezgehên dewletî û destnîsankirina mohreyên xwe bo bi nav hilbijartinan, komkirina hindek kesên berjewendîxwaz û bê kêr li derdora xwe û dayîna îmkanên aborî bona ragirtina wan. Terxankirina budceyên xeyalî bona propagandayên derewîn li dijî dijberên xwe. Ev rêjîm mediya û çapemeniyê azad û rexnegir a desthilatê digirin û weşana wan qedexe dikin. Govar û kitên û tora internetê û bidestxistina zaniyariyên durust tê sansorkirin û dixin bin çavdêriya dewletê. Girtîgehên wan rêjîman dagirtî ne ji zîndaniyên siyasî û kesên rexnegir, bijarde û elîtên civakê bi berdewamî welat bicî dihêlin û rêya koçberiyê digirin pêşberî xwe. Mezinkirina kesekê di asata serok de û dayîna desthilatên bê sînor bi wî kesî. Hemû azadî û nirxên demokratîk tên binpêkirin û mafên mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û ferq û cudahîdanan dibe bingeha karê wan di nava pêkhateyên civakê de. Hemû wehldan bona neçarkirina xelkê bo beşdaîkirin di bi nav hilbijartên ku ew rêjîm weke şano birêv dibin û bi vê rêyê dixwazin biselimînin ku di nava civaka xwe de tên hezkirin û qebûlkirin û civaka navdewletî bi vê rêyê bixapînin ! Bikaranîna hemû awayên tund û tûjiyê li dijî rexnegir û nerazîbûnên hevwelatiyan di dema xwenîşandin û serhildanan de û girtin û kuştina wan û … .

Zanayên zanista siyasî û civakî bawer in ku di nav corên rêjîmên totalîtar de, totalîtarîzma olî yan dînî ya herî metirsîdar û bi xeter e. Ji ber ku ev sîstem bi rêya bikaranîn û mifahwergirtin ji ol, revayiyê didin desthilatdariya xwe ya hov û bi belavkirina bîr û hizrên olî, mayîna xwe li ser desthilatê misoger dikin. Mirov dikare bêje ku rêjîma Komara Îslamî ya Îranê xwediyê hemû wan taybetmendiyên sîstemeke totalîtar e.

Di pêvajoya dîrokê de, çi desthilatdariyeke tevavxwaz û dîktator nekariye temeneke dirêj bike. Ji ber ku awayên desthilatdariya wan ligel normên mirovî û azad lihev nahên û di navbera gel û wan desthilatan de dijberî çê dibe û di encam de bi şoişan ji holê radibin. Piştî 44 salan ji desthilatdariya totalîter a olî li Îranê, şorişa Jînayê karî hemû tilism û biveyan têk bişkîne û bi pêşengiya Kurdistanê û bi şorişa ‘Jin, JIyan, Azadî’ rêjîma Îranê ligel lêgerên micid rûbirû bike û hêvî û îradeyê bide û vegerîne hemû pêkhateyên cuxrafiya Îranê. Zû û dereng careke dine ev dengên nerazî dê serî hilbidin û darê zordarî û totalîtarîzma Îslamî ya Îranê têk bidin. Ji xeynî vê yekê jî çi çareyeke din nemaye. Bo vê armancê jî erkên hemû hevwelatiyan li navxwe, rêxistin û partiyeke siyasî yên nerazî û dijberî rêjîma Îranê giring û berçav e û divê xebatên micid û bernameyên taybet bona hiloşandina vê rêjîmê bên darêtin.