Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ewlehî yan maf?

13:50 - 12 Kanûna pêşîn 2023

 

N. Kerîm Perwîzî

Deshilata kolonyalysty li Tehranê jêveye ku dê bikare bi berfirehtirkirina bernama mûşekiye xwe û destpêregehîştina bi diron û herwisa çeka navokî, ewlehiya rejîma xwe dabîn bike û ji tirsa sernixûniyê û herifînê xelas bibe!

Her lewmaye ku hemî malvêranî û dorpêçekê qebûl dike û pêşwaziyê ji hemî siza û terîk û tenê manekê û heta biryarnamên navnetewî jî dike ku bi dijî rejîma Îranê têne danê.

Sedemekê heta digotin ku biryarnamên encumena ewlehiya navnetewî bê nirx û qîmetin û bila hinde biryarnaman der bikin heta xwe diwestînin.

Hemî ev kiryar û gotinane ji wê yekê ve çavkanî digre ku jêveye bi çeka dûrhavêj stratêjî û bi diron û mûşekan û çeka Navokî, dê bikare bibe xwedî gerentiyekê ku bikare rejîmê biparêze.

Li wê derheqê de çendîn mînakan tînin ku deshilatdarên çendîn welatan, bi ji destdana çekên xwe rejîma wan ji nav çoye. Bo mînak rejîma Qezafî li Lîbiyê, yan rejîma Beis li îraqê, yan dagîrkirina xaka ukraînê  ji aliyê Rûsiyê ve, bi wan sedeman dizanin ku wan welatan çekên stratêjîk û komkuje xwe ji dest dane, lewmaye ku welatên bi qawet û mezinhêz timahî jê birine û êrîş kirine ser.

Lewma rejîma Wilayeta Feqîhî û pastarên mêjî hişke wê, hemî cehda wan eve ku çekên xwe berfirehtir bikin û heçî çekekî nû jî ku dest wan dikewe, li ser Kurdistanê diceribînin, hem Kurdistanê weke cihê ceribandinê dibînin, û hem bi çekên xwe yên komkujî dixwazin Kurdan bitirsînin.

Lê ewa ku fikir jê nekirine û jê tênagehin ewaye ku, Çekên qiran û komkuj renge li şerê derekî de bête bikaranîn, lê di bûyerên navxweyî de êdî ew çekane şiyan û kartêkeriya xwe ji dest didin û bê bandor dimînin. Renge bikarin mûşek û dironan bihavêjne binkên Hizba Demokrat, xa nikare pê mûşekên balêstîk li Sine, kirmaşan, Zahidan, Ehwaz, tewrêzê, yan bajarên Farsan weke Tehran û Îsfehanê bide û li desma serhildana girseyî a xelkê de, êdî çekên komkuj bê bandor dibin. Mijara duyem ku ji bîr kirine ewaye ku welatê xwedî çeka etomî weke Yekîtiya Soviyetê jî ku hebû, bi bê teqandin û bi bê evê ku bikare bi kar bîne, rejîma wê herifî û sernixûn bû. Dema ku îdolojiyek êkspayêr bû û dema rejîmek bû bargiranî bi ser xelkê û heta alîgirên xwe yên berê jî, êdî ti cure çekek nikare biparêze.

Ji pirsa bûyerên ji nişkê ve û berjewendiya klatiyan girîngtir, pirsa mafê însanî û neteweyî ye ku rejîm binpê dike û jêveye ku li pêxema mana xwe de dikare hemî çekekê bikar bîne û mafê netewan cem wê ti bihayek tunîne.

Lêbelê dema ku ewlehiya rejîmekê li ser wê hindê rawestiyabe ku xelkê dinê bê maf bike, wê demê ev ewlehiye ne tenê cihgirtî nîne, belkû dibe diyarokek bi dijî wê xwe.

Kiryar û siyasetên rejîmê dikeve nava cixîzeke devrlêdanê ku bo kîjan alî bête zivirandin, ewlehiya wê zêdetir dêxe ber metirsiyê. Rejîm bo ewlehiya xwe mûşekên zêdetir berhem tîne û dironên berfirehtir bikar tîne û ev çek çêkirin û ji nav birina sermaye û herwisa gefa ji can û jiyana netewên di nava Îranê û derve jî, wisa dike ku ji warê abûrî ve lewaztir be û xelk pitir bi dijî tepeserkaiya rejîmê helwestê bigrin û bi kerb û kîntir bin û kîna pendavxwariye xelkê rejîmê zêdetir ditirsîne û lewma çeka zêdetir berhem tîne û cinayetên zêdetir diafirîne û ev yeka jî zêdetir kerbê xelkê diveke.

Bazna bê qetyana ewlehiya betale rejîmê li ser bingeha bê mafkirin û sitemkariya li ser netewên nava îranê û derve dê berdewam be, dê bileztir dervr hilgire û dîrokê daye kifşê ku li kêşmekêşa di navbera ewlehiya betale rejîmekî dîktator û daxwaziyên xelkê mafxwaz de, ewe rejîmin ku çala merg û sernixûniya ber pê yê xwe dikolin. Gefên rejîmê bo ser kurdistanê û serdana deshilatdarên rejîmê bo Îraq û derdorê û heta diron û mûşek havêtina wan, nîşan û berjenga hatina dewranekî dinê ye, ku ev jî dewrana herfîna kolonyalyzmê ye.