Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekitî yek ji riyên serkevtinê ye

17:33 - 17 Kanûna pêşîn 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Kurd bi dehan sale li serdemê modernîteya xebatê de û li çarçêweya part û rêkxistin û bernameyên siyasî de ji bona bi destveanîna mafê netewiye xwe dixebite û li hember rejîmên dagîrkar de berxwe dide û li wê pêxemê de jî nirxên mezin dane.

Renge li 100 salan beriya niha doza Kurd û şoreş kirin nehatibû rêkxistinî kirin û tenê li mile Eşîrî û li pey Şêx û Axa û rêberekî Olî dikevtin û heçî dema ku wî rêberê meinewî dev ji xebatê berdaba, hêza bavirmende wî û wan kes û şoreşvanên ku pey wî kevtibûn jî, dev ji xebatê berdidan, yan dema rêberê şoreşê bi her awayekê nedima yan ji aliyê dijminan ve dihate girtin yan kuştin, dawî bi wê doz û şoreşê jî dihat.

Li ev 100 sale ku pirsa doza Kurd ji qalibê kevin derkevt û partiyên siyasî pêk hatin û xebat hate rêkxistinîkirin û armancê xebata partiyan weke Bernama siyasî hate darêtin û rêberî û sergêriya partî û şoreşên kurd ji destê kite rêberekê ve, hate guherîn bi rêberiya bi kom û encumen û navend kumite û …..

Ger em behsa Rojhilatê Kurdistanê bikin, ku xîmê doza netewî li şoreşa Simko yê Şikak de hate danîn, û zêdebarî hebûna komek kêmasî û lewaziyên di şoreşa Simko de, lê yekem car bû ku pirsa Kurd û mafê Netewî weke armanc hate pênasekirin û xwestên Kurd hatne diyarîkirin. Her lewmaye ku piştre rêberên Kurd Simkoyê Şikak weke babe nasyonalîsma Kurd pênase Kirin.

Piştî şehîdbûna Simko û têkçona şoreşa wî, mirovên xwedî hesta netewî û xebatkar ku ezmûn ji şoreşên berê vergirtibûn, dest kirne avakirina rêkxistinekê bi nave Komeleya Vejandina Kurd “ K. J” û piştrejî ji bona pêşxistin û demokratîzekirina rêkxistina han, guherîn bi Hizba Demokrat a Kurdistanê.

Hizba Demokrat ku di sala 1324an ve hatiye avakirin, tevî evê ku li qonaxên dijvare xebatê de derbas bûye, lê di wan 8 dehkên temenê xwe de gelek serkevtin û şanazî tomar kirine, weke avakirina Komara Kurdistan, pêkanîna hêza Pêşmerege û danîna nave Pêşmerge, çêkirina rêkxistinekî berfirehe teşkîlatî ku hemî herêmên rojhilatê Kurdistanê bi xwe ve digre û Hizba Demokrat xwediyê pêgehekî herî bihêze cemaweriye di nava xelkê Kurdistanê de.

Wê Hizbê li pêxema pirsa netewî de nirxên mezin dane, rêberên wê cane xwe goriyê armancên gel kirine, di hemî temenê xwe de bo demekê ji xebat û berxwedanê nesekiniye.

Ger çi Hizba demokrat baveriyekî kûr bi çareseriya aştiyane a pirsa Kurd heye, lê dema dijmin bersiva daxwazên Kurd bi êrîş û kuştinê daye, Hizba Demokrat û Pêşmergên gernase wê, bi piştewaniya hertimiye xelkê Kurdistanê, gernasî kirine, û li hember hêza dijmin de berxwe dane û hemase û dastanên mezine mêrxwasî tomar kirine.

Li qada siyaset û hevxebatî û çêkirina hevalbendiya bo xebatê li asta Kurdistanê û heya seranserî Îranê jî, kar kiriye û PDKÎ li ser vê bavirê bûye ku bi bê yekîtî û hevxebatiya hêzên siyasî hem li Kurdistanê bo bi destveanîna mafê Kurd, û hem li astê Îranê bo sernixûniya rejîmê û anîne ser kare rejîmekî demokratîk, serkevtin çê nabe.

Gava ev bavera PDKî ye û felsefa hebûna wê hizbê jî xebate bona serkevtinê û rizgarî û azadiyê û mafê netewî, aliyê kêm li nava hêz û rêkxistinên Kurdistanî de, hewceye ku hizba Demokrat wek bavera xwe hertim pêşqedem be bona çêkirina yekitî û hevxebatiyê û liserhevxistina mala Kurd.

Zêdebarî hebûna gelek cudahî û vêkneçona kar û siyaset û selîqa di navbera partiyên siyasiye Rojhilatê Kurdistanê de, xu aliyê kêm li ser bingeha hin xalên hevpar û berjewendiya hevpar kar bête kirin bo hevxebatiyê.

Hi hêzên xwedî derbasbûyî û xwedî pêgeh gorî hêza xwe li nava Kurdistanê, hene ku bikarin lihevbikin, bêguman li çend salên derbasbûyî de, hebûna Navenda Hevkarî a hizbên siyasiye Kurdistana Îranê, gelek bi bandor bû û karî deskevtên mezin bi destve bîne û dema xelkê xebatkare Kurdistanê yekitiyek li nava partiyên siyasiye xwe de didîtin, wan jî bandor jê werdigirt bo rijdbûna li ser xebatê û dilgerimtir dibû, lê me dît ku dema heya qasekê Navenda Hevkarî bi sedema hin pirsên siyasî li karê xwe de sist bû, dem û dest bandora nerênî dana ser xelkê rojhilatê Kurdistanê.

Bi kurtî xelk yekitiyê dixwaze, hevxebatî û nêzîkatiya di navbera partiyan bandora rastewxe dadinê ser xelkê û bo wan dibe cihê dilxweş û hiviyê.

Dibe ku partiyê me bandora wê yekê çi bi nerênî û çi bi erênî dîtibin û ceribandibin, lewma hindî zû bo serkevtina xebatê û digermiya xelkê şoreşvane Kurdistanê, yekitî û hevxebatî di navbera Hizbên Kurdistanê de çê be, hela direnge.

Serkevtin tenê di yekitî û hevdengiyê de ye.

Kurdan di dîroka xebata xwe de gelek dare netifaqî û yeknebûnê xwarine û hivîdarim ji wan ezimûnan dersê vergirin.