Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hîcrî bi boneya canjidestdana sê çiyagerên Kurd peyamek belav kir

12:08 - 18 Kanûna Paşîn 2024

Rêzdar Mistefa Hîcrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq canjidestdana sê çiyagerên Kurd li Nexedê peyamek belav kir.

 

Deqa peyamê wiha ye:

 

Li gorî nûçeyan, termê sê kes ji girûpek 5 kesî a çiyagera bajarê Nexedê ku li çiyayên Şinoyê kevtibûne bin reniya berfê, bi hewl û tekoşîna tîm û girûpên çiyagerî li bajarên derdor hatine peydakirin û li bin berfê hatine derxistin.

Canjidestdana wan çiyagerên Kurd cihê daxa hemûya ne.

Bi vê bonê ve ez sersaxiya xwe bi malbat û kesûkarên wan ezîzan, tev çiyagerên Kurdistan û xelkê xoşewîst ê Nexedê radigehînim û beşdarê xem û matemîniya wanin.

 

Mistefa Hîcrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

27`ê Befranbara 1402 a Rojî.