Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nemana rêjîma Îranê ewlehiya Rojhilata Navîn ewle dike

21:26 - 21 Kanûna Paşîn 2024

N. Azad Kurdî

 

Di hejmara berê ya Agirî de me bi hûrî basa têkdana ewlehiya herêma Rojhilata Navîn ji aliyê rêjîma terorîstperwer a Îranê kir. Hêrişa dubare a rêjîma Îranê ya mûşekên dûravêj û dronên bomrêjkirî ya 15’ê Janvier 2024’an bo ser Herêma Kurdistanê careke din ev yek selimand ku têkdan û destverdan di nav kar û barên Rojhilata Navîn de stiratêjiyeke vê rêjîmê ye.

Ji sala 2022’an ve, Îranê çendîn caran bi hêcetên cuda û bê bingeh jehra xwe ya dujminkarane bi Herêma Kurdistanê rijandiye. Lê ji sala borî ve heta niha ev hêriş ji hêla rêjîma Îranê û kom û grupên Şîe yên Iraqî yên nêzîk bi vê rêjîmê ve bi awayekî berçav zêde bûne. Rêjîmê çend caran bi mûşek û dronan hêrişên terorîstî kir ser partiyên Rojhilata Kurdistanê. Lê bi vê yekê nesekinî û bi dehan caran jî dem û dezgehên fermî û civaka sivîl li Herêma Kurdistanê û binkeyên hêzên navdewletî yên li dijî DAIŞê li Kurdistanê kirin armanc. 

Rêjîm bingeha ewlehî û aboriya ber bi pêş a herêmê dike armanc ku di van du waran de Kurdistan gelek pêş ketiye. Ji bo rêjîma Îranê, hebûna Herêmeke Kurdistanê ya bihêz, xwedî aboriyeke pêşketî û ewlehiyeke misoger weke kelmê nav çavên xwe dibîne û jê re nayê qebûlkirin. Ji ber ku ev rêjîm ligel dagîrkerên din ên Kurdistanê nikarin pêşveçûna Kurdan bi çavên xwe bibînin. Gerna hêceta hebûna binke û hebûna hêzên Îsraîlî tenê hêceteke bê bingeh in. Ew baş baş nav û nîşanê Îsraîlê dizanin, lê qet newêrin rasterast hêrişê bikin ser Îsraîlê. Ligel ku Îsraîl rojane çekdarên terorîst ên Sipaha Quds li Sûriyê dike armanc û dikuje. Darêjerên van stiratêjiyên rêjîmê li Tehranê bi awayekê hêrişan li ser Kurdistanê organîze dikin ku bi pasavên bi wî awayî dixwazin rewayiyê bidin van hêrişên xwe yên terorîstî û Kurdistanê jî li hember helwêst û kiryarên micid, xwe bi pasavanînan mijûl bikin û tenê bikevin rewşa berevaniyê, ji hemûyê girîngtir jî Herêma Kurdistanê neçar bikin pasavan bînin li hember van hêrişan û biselimînin ku ev hêriş û tomet bê bingeh in û ev ciyên ku tên bombebarankirin, Îsraîlî namînin ! Lewma divê desthilatdarên Herêmê vê stiratêjiya rêjîma Îranê bixwînin ! Ligel ku di hêrişa çend mehên borî de derkevt ku mal û ciyên ku hatibûn mûşekbarankiirn û rastî dronên bomberîjkirî bibûn, ciyên sivîl bûn, lê Iraqê bi kiryar çi pêngavek li dijî Iranê hilnegirt. Ev hêriş bi awayekê jî bi keyfa beşek ji hêzên siyasî yên desthilatdar ên Iraqî ne ku agenda û planên Îranê li Iraqê bi başî cîbicî dikin.

Ji hemûyê xirabtir û ecêbtir helwêsta hikûmeta federal a Iraqê piştî van hêrişan cihê baldanê ye. Ligel ku rêjîmên Îran û Turkiye rojane serweriya Iraqê binpê dikin bi hêcetên cuda û bi armancên dujmikarane li dijî Kurdistanê, lê Iraq tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê razî bûye û bi kiryar çi karek nekiriye li dijî wan binpêkariyan.

Rêjîma Îranê penceşêra Rojhilata Navîn e. Bi neman û ji navçûna vê rêjîma hov û têkder Rojhilata Navîn ewlehî aştiyê dê bi xwe ve bibîne.