Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwîna Kurdan dikelije

16:23 - 29 Kanûna Paşîn 2024

N. Nûredîn Sofîzade

 

Gelê Kurd bi dirêjiya dîrokê û li xebata bona rizgariyê de, gelek nirxên mezin dane û heya niha jî xwîn li ber cestê lavên Kurd diherike.

Ev xwînane li ser maf û azadiyê bûne, ev xwînane li ser rizgariya ji bindestiyê bûne, ev xwînane bona xwedî derkevtin ji hebûn û man û parêzvanî ji kerametê bûne, lewra ev xwînane winda nabin û pîrozin û heçî dilopek ji xwîna xortên azadîxwaze kurd tovê îrade û berxwedanê li hizr û hesta kit kitê takê Kurd de çandiye.

Ev Xwînane weke burkanek bi gur li hundirên gelê Kurd de dikelije û dikele, heya dawiyê û qonaxa serkevtinê di biteqe û gurya peşqel û agirê wê text û bextê dîktatoran û dagîrkeran tev dişevitîne.

Rêjîma dîktatore wilayeta feqîh ku baş dizane netewa Kurt pêşengê xebata bi dijî dîktatoriyê ye û ev 45 sale gelê Kurd teslîm nebûye û nekevtiye qedeman û serê xwe li hember dîktatoriyê de neçemandiye, rêjîm dizane ku gelê Kurd pêşeng û cihê hiviya hemî azadîxwazên netewên dinê ye Îranê ye, rêjîm baş dizane, gelê Kurd xwedî rêkxistin û part û hêzên siyasiye pêşenge û hertim amadeyî heye bi yekdengî, li hember serî hilde, û rêjîm tenê û ji heçî dewlet û hêz û netewe û welatekê, gelê kurd li ser rêka xwe bi gef dizane, lewma dixwaze bi kuştin û birîn û girtin û êrîşa bi çekên giran, wî gelê xweragir û xwedî îrade birirsîne.

Êdama wan 4 lavên Kurd jî her li wê çarçêvê deye û rêjîm ku li hemî milan ve rastî şikest û torandinê hatiye, û ji deshilat û dewama emrê qirêje xwe bê hivî bûye, bi taybet ku rêjîm ber bi hilbijartinê ve diçe û xelkê Îranê û netewên bê maf biryar dane ku li vê maşkanê de beşdariyê nekin, lewma tewaw dest ji xwe berdaye û weke gurê birîndar dîn û har bûye û rojane xortên Kurd sêdarê dide.

Mixabin serê Sibêdeha roja Dûşemî 9ê Rêbendanê, 4 çalakvanên Kurd ên bi navê “Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar” ku ji aliyê rêjîmê ve tohmeta sîxurî bo Îsraîlê bi wan dabûn û piştre li dadgehên şanoyî de cezayê bidarvekirinê bi ser wan de sepandibûn, li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Birêveçona cezayên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd li halekê de ye ku ew li heyama binçavkirinê de ji mafê parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûne û piraniya saziyên mafê mirovî, daxwaza hilveşandina cezaya bidarvekirina wan ciwanên Kurd kiribûn.

Hêjayê gotinê ye ku piştî heyvek ji binçavkirina wan 4 çalakvanan li devereke ser bi bajarê Urmiyê, rêjîma Îranê bi îdiaya vê yekê ku wan 4 kesan xwestine li bajarê Îsfehanê de binkeye ewlehî ya rêjîmê biteqînin, tohmeta sîxurî xistne ser wan û li jêr îşkenceyan de îtirafa bi zorê ji wan çalakvanan vergirtin.

Li dadgeha pêdeçonê de jî rêjîmê cezayê bidarvekirina wan dubare kir û malbatên wan çalakvanan jî bi tekezî ragihandine ku ew îtirafkirinên wan bi sedema îşkenceyan bûye û daxwaz ji civaka navnetewî kiribûn ku rêgirî ji bidarvekirina wan bike.

Herwekî min li berahîkê de nivîsî, êdama wan 4 xortên Kurd ne tenê nabe sedemê çavtirsandin û kevtina qedemaye gelê Kurd, belkî dibe sedemê bihêzbûna îrada şoreşvaniya zêdetir, xwîna wan 4 lavan dikeve cestê milyonan xortên dinê ye Kurd û li hember dîktatoriya hove Xamineyî da dikelije heta rojekî negelek dûr biteqe û agir berde deshilata reşe wê rêjîmê.

Sêdaredana wan xortan dibe sedemê yekîtî û yekdengiya zêdetir, dibe sedemê xurtbûna hesta zêdetire netewî.

Bê guma ev xwînane bêçine naçin zû an direng dê tola heçî nefes û dilopên xwîna wan û heçî dilopek ji rondikên çavê dayîk û bav û jin û zarokên wan bê hildanê.