Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq sêdaredana 4 girtiyên siyasiye kurd

16:43 - 29 Kanûna Paşîn 2024

 

Civatên xelkê kurdistanê!

 

Kom û Komikên navdewletî!

 

Saziyên mafê mirov!

 

Mixabin çend rojan piştî daxûyaniya pêşdaye Hizba Dêmokrat ku têda haydariya li derheq berdewamiya êdaman li îranê de dabû welatan, kom û civatên navnetewî û rêkxistinên cîhaniye mafê mirov, serê sibêdehiya îro Duşemiyê 9 ê rêbendanê, Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî, 4 girtiyên siyasiye Kurd, li girtîgeha Qizilhisara bajarê Kerecê hatne sêdaredanê.

Rêjîma Komara Îslamî li heyamê deshilatdariya xwe de hemî emirazeke tepeserî û kuştinê û yêk ji wan êdam li astekî berfireh de û bi armanca sepandina rewşa tirs û xofê li nava civatgehê de û matkirina dengê azadîxwaziyê û nerizayetiya xelkê bikar aniye. Bêguman heta sêdaredan û tepeseriya nerizayetiya xelkê bo rêjîmê herwisa bê têço û nirx be, rêjîma mirovkuje komara îslamî li pêxema parastina deshilata nerewaye xwe de dê herwisa li ser berdewam be.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana îranê tevî mehkûmkirina êdama wan 4 girtiyên siyasiye kurd û girtiyên dinê ye siyasî yên wê dawiyê, xwe hevxema malbatên wan û Komela Şorêşgêre Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dizane. Hevdem hewceye bi komara îslamî bête gotin ku xelkê mafxwazê Kurdistan û îranê bi sêdaredana xebatkarên siyasî û siyaseta tepeserî û girtin û kuştinê çavtirsandî nabin û xebat û berxwedaniya bo xistinaqedemaye wê rêjîmê dê berdewam be.

Herwisa PDKÎ carekî dinê jî daxwazê ji civatgeha cîhanî, welatan û kom û saziyên navnetewî diket, bi rijdkirina givaşên xwe yên dîplomasî bi dijî komara îslamî û girtina bera xweye rêkarên bi kiryar û bersivder pêşya berdewamiya cinayetên wê rêjîmê li derheq xelkê Kurd û netewên dinêye Îranê bigrin.

 

Hizba Dêmokrat a KurdistanÎ îranê

Navenda Birêveberî

29ê Kanûna Duyem a sala 2024 an a Zayînî