Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwînmijek ku piştî nemana xwe jî her xwînê dirêje

18:03 - 6 Kanûna Paşîn 2024

N. Nûredîn Sofîzade

 

Xwînmij û cinayetkar qasim Silêmaniyê terorîst û li rastî de baskê şerxwaziya rejîmê û Elî Xamineyî li Rojhilata Navîn de û tevî Ebû Mehdî Muhendis serkirdê Heşda Şeibî, ku şeva 2 li ser 3 a Kanûna duyem a sala 2020 an, li Balafirxana Bexdayê kevtne be êrîşa Amerîka û hatne kuştin, gelek kes û aliyekê û xelkê welatên herêmê li ser vê baverê bûn ku renge bi nemana cinayetkar û terorîstî wiha  heya qasekê aramî rû li herêmê bike.

Lê di rastî de tovê şerxwazî û teror û tevdanî û xwînmijiyê ji îdolojî û bingeha rejîma terorîstperwer ve çavkanî digre û Qasisim Silêmanî tenê cîbicîkerê ferman û emrê rejîmê û Xamineyî bû, lewra ez baverim ger sedan terorîst û cinayetkarên dinêye rejîmê jî ji nav biçin, heta ev sîstema terorîstperwer û şerxwaz mabe, çi ji meselê nayête guherîn.

Raste renge cudahiya kesan bandora xwe hebe ku bê guman Qasim Silêmanî renge ji terorîstên dinêye rejîmê baştir li xwînmijî, kuştar, kavilkarî, cinayet û xweşkirina agirê şer û fitnê de hinde qal bibû ku renge bo rejîma terorîstperwere Komara Îslamî re sanahî nebe ku bikare zû dews û rolê wî tejî bike.

Ev terorîstê navnetewî, destê wî heta enîşkê bi xwîna xelkê Îraq, Sûriye, Lubnan, Felestîn, Yemen, efxanistan û gelek welatên dinê de sor bibû. Ev sebebkarê kuştina Sedan Hezar kes ji xelkê sivîle Sûriyê û di nava wan de jî sebebkarê kuştara dehan Hezar jin û zarokê kurd li Rojavayê kurdistanê bû û hemî sûriye kavil kir tenê bo xweşkirina agirê şer û aloziyan û dûrbela mana rejîma îranê.

Qasim Silêmaniyê terorîst bi armanca tolhildana şerê 8 saleye digel Îraqê ji Sunnî mezhebên Îraqê, bi hevdestî digel milîsên girêdayî bi xwe, pîlanrêjî kirin bo çêkirin û ji dayîk bûna girûpekî hov û terorîst bi navê Daîş, û bi çek û cebirxana dewlet û Artêşa îraqê teyar kirin û kirne hêcet ji bona kuştara xelkê Sunnî yên îraqê û kavilkirina  hemî bingeh û jêrxana nawçên Sunniyan, ku renge heya 50 salên din ev herêm weke xwe lê neyê.

Qasim Silêmaniyê terorîst ku sondxwariyê xwîn û serê gelê Kurd bû, çi pîlan û fitneyek nema ku neke, tenê bo evê ku Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê nebe xwedî serwerî û dewle, mesela sernekevtina refrandomê renge gelek sedemên xwe hebin, lê li rastî de sebebkarê serekî û yekem ku nehêla Kurd bibe dewle, hêz û aliyên Kurd bi dijî hevdu bikar anîn û netebayî xiste nava mala kurdan, ev êrîş û kuştara ku li Kerkukê û nawçên dinê de qewimîn ku bi tangan li ser termê pêşmerge re derbas dibûn, û fermandehiya şerê bi dijî Kurdan, hemî xudî pastarê terorîst Qasim Silêmanî bû.

Her ev rolê cinayetkaraneye wî terorîstî bû ku dema hate kuştin, bi hezaran dayîk û bavên kezeb şewitiye Sûriye û Lubnan û îraq û kurdistanê, keyfxweşiya xwe nêşan dan.

Nehsitî û bîyomiya wî cinayetkarî li astekê de ye ku piştî nemana wî jî bi pîlangêriya Xamineyî û rejîmê, niha jî dibe sebebkarê rijandina xwînê.

Rejîmê di cihê evê ku tola kuştina wî xwînmijî ji Amerîka bistîne, bi mûşekan Firoka misafirî li esmanê tehranê xiste xwarê ku pitir ji 170 kesên sivîl û bê guneh hatne kuştin.

Her li merasima xaksipariya wî terorîstî de ku rejîmê cehd dikir qerebalix nîşan bide, pitir ji 50 kesî li nava aloziyan de canê xwe ji dest da.

Îsal li 4 emîn salvegera kuştina wî terorîstê navdewletî de, bi sedema 2 teqînan li nava merasimê li bajarê kirmanê, 105 kes hatne kuştin û sedan kesên din birîndar bûn.

Ya cihê pirsyarê eve ku gelo çima malbata qasim Silêmanî hebxwe di wê merasimê de nebûne?

Çima çi deshilatdarekî rejîmê û fermandeyekî sipahê û axundek li wan teqînan de nehatine kuştin?

Bê guman eva dide xuya ku ev şika xelkê raste ku rejîmê bo bazargermiyê û xapandina raya giştî û cîbicîkirina pîlanên xwe yên qirêj ev teqîn kiribin.