Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî peyamek bi hilkefta koça dawiya rêzdar “Resûl Qadirî” belav kir

17:27 - 1 Kanûna Paşîn 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Gîştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek bi hilkefta koça dawiya rêzdar “Resûl Qadirî” ê birayê rêberê şehîd “Dr. Sadiq Şerefkendî” belav kir

Deqa peyamê wiha ye:

Koça dawiya rêzdar “Rewsûl Qadirî” li Firansê em xembar kirin.

Rêzdar Resûl Qadirî” yek ji endamên berê yê Hizba Demokrat û birayê rêberê şehîd “Dr. Sadiq Şerefkendî” sekertêrê berê yê PDKî bû ku wek malbateke Kurdpewer li bajarê Mihabadê de naskirî ye.

Destpêka hevnasîna min digel rêzdar “Resûl”, vedigere bo salên dawiya dehka 50 an ku li bajarê Tehranê de mamosteyê xwendingehê û xwendekarê zanîngeha Tehranê bûm.

Bi vê hilkeftê sersaxiyê dibêjme hevjîna wî “Menîje” xatûnê û zarok û malbat û dost û hevalên rêzdar Resûl û xwe bi hevparê xema wan dizanin.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Gîştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

10ê Befranbar 1402 a Rojî