Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şano û nimayîşên rêjîma Îranê bi navê hilbijartinan

19:47 - 6 Adar 2024

Azad Kurdî

Dema 45 salan e ku rêjîma Îslamî ya Îranê bi lidarxistina şano û nimayîşan her 4 salan carekê dixwaz raya giştî ya navdewletî bixapîne ku qaşo di vî welatê dîktator de hilbijartinan rêve dibe, lê ji xeynî şano û nîmayîş tişteke din nîne. Ligel vê yekê ku rêjeya beşdarîkirina xelkê di asteke herî kêm de ye di nav hemû pêkhateyên vî welatî de û bi taybet jî li Kurdistanê.

Demokrasî û bingehên demokratîk kultûreke pêşketî  ye ku tolerans tê de gotina yekem dike. Çavkaniya hemû hilbijartin û biryaran gel e ku bi awayekî azad nûnerên rasteqîne yên xwe hildibijêrin û dibin parêzerên dengên dengderên xwe. Bê destnîşankirina berbijêran û destwerdana desthilatê hevwelatî azad in biryarên çarenivîsaz yên jiyana xwe ya siyasî bidin. Di civakên demokratîk de gel li pêvajoya hilbijartina pêvajoya siyasî ya welat diyarî dikin û nûnerên rasteqîne yên xwe bo hemû sazî û dezgehên dewletî didin û her 4 salan jî ev kesên hilbijartî dubare dikevin ber deng û lêpirsîna hevwelatiyan. Gel di demokrasiyê de biryarê li ser biryarên siyasî didin û dikarin her tiştî biguherînin.

Welatên Rojhilata Navîn ku ji rêjîmên dîktator û tundajo û oldar pêk tê, bi lidarxistina şano û nimayîşan qaşo nîşan didin ku hilbijartinan rêve dibin. Yek ji wan welatan Îrana dîktatorlêdayî ye ku keniya mirov tê bi şanoyên wan ên bi nav hilbijartinan Vala û betal ji hemû pirensîpên deokratîk. Rêjîmeke dîktator û îdeolojîk a Îslamî ya daxistî ku çi merc û bingeheke demokratîk tê de rêve naçe. Ji roja rêjîma Xomêynî hatiye ser kar, li Îranê hemû partî û rêxistinên siyasî yên demokrat û pêşkevtinxwaz qedekirî ne, tiştek bi navê azadiya  mediya û çapemeniyê nemaye, azadiya gotin û ramanê her nîne, girtîgeh tejî bûne ji rewşenbîr, çalakvanên siyasî, rojnamevanan û çalakvanên sivîl, pêkanîna tirs û xofê bûye çeka çavdêriya hevwelatiyan û … . Bi vî awayî jî tên bo xapandina raya giştî her 4 salan carekê şanoyên hilbijartinê rêve dibin ! Bi hemû tişekê diçin ji xeynî hilbijartinan.

Rêberê olî li gor qanûnên rêjîmê nûnerê xwedê ye li ser erdê û desthilatdarê sereke yê rêjîmê ye. Dezgehek bi navê Şêwra Nobedar pêk anîne ku kêrhatîbûna hemû kesên ku xwe berbijêr dikin bona wan şanoyan, divê erê bike. Kesên ku ser bi desthilatê nebin û nêzîk gel bin û bikarin berevaniyê ji maf û berjewendiyên hevwelatiyan bikin, qet nikarin mafê xwe berbijêrkirinê bidest bixin. Rêjîm bo serokkomariyê û nûnerên meclîsê mohreyên xwe destnîşan dike û di çarçoveya şano û nimayîşên bi nav hilbijartinan de bi dengdana nimayîşî rewatiyê bo wan werbigire. Kesên ku ji fîlterên rêjîmê derbas dibin, tenê dibin parêzerên berjewendiyên rêjîmê, ne daxwazên mirovî û demokratîk ên gel.