Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û birîndar kirina çendîn kolberan li kurdistanê tenê di 48 demjmêran de

11:47 - 10 Adar 2024

Bi hegera teqeya rasterast a hêzên çekdare rêjîmê li sinûrê Newsûdê, kolberek bi navê Erselan Nezerî, xelkê gundê Mewalî necef a girêdayê bajarê Dalaho, bi giranî birîndar bû.

Bi sedema teqa hêzên rêjîmê li sinûrê Hengejale a Banê, kolberek bi navê Zaniyar Siyahî xelkê bajarê Banê birîndar bû û bo nexweşxanê hatiye veguhestin û rewşa wî ne başe.

Kolberek bi navê Behmen Bedrî xelkê gundê Mizran a girêdayî bi bajarê Ciwanro yê, li maşînê re kevte xwarê û bi giranî birîndar bû ku dixwastin xwe ji dest hêzên dijî geliye rêjîmê xelas bikin ku neyêne girtin yan kuştin û birîndar kirin.

Kolberek bi navê Fayêq Bêhniya xelkê Seqizê kevte ber teqa hêzên rêjîmê li sinûrê Newsûdê û bi giranî birîndar bû. Gorî zaniyariyan pitir ji 50 gulên Saçmeyî li laşê wî de mane.

Hêzên çekdare rêjîmê li Henga sinûriye Newsûdê pitir ji 20 Kolberî girtin û barê wan kolberan talan kirin û heya niha kes nizane ku çarenivîsa wan 20 Kolberan çiye û birne kîderê.

Şeva derbasbûyî hêzên rêjîmê li gundê Kolan ser bi bajarê Merîwanê maşîna hilgirê kolberan dane ber desrêjiya gulleyan û maşî ji rê derkevt û vergeriya ku li encamê de kolberek bi navê Aram Menûçêhrî canê xwe ji dest da û 2 kolberên dinê jî birîndar bûn

Li sinûrê Hengejale a Banê bi sedema teqa rasterast a hêzên cinayetkare rêjîmê, 4 Kolber birîndar bûn ku navê wan evin: Heyder û Idrîs xelkê bajarê Seqizê û Êhsan Ebdulazade 19 salî û Kerîm xelkê Banê.