Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî: “Rapora Komîteya peydakirina rastiyan, pêngaweke girîng e bona dubare nasandina rêjîma cinayetkar a Komara Îslamiya Îranê bo raya giştî.

12:47 - 10 Adar 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq belavbûna rapora Komîteya Peydakirina rastiyan a Rêkxirava Netewên Yekgirtî, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja 8ê Mars, roja cihaniya Jinan, Komîteya Peydakirina Rastiyan a Şêwreya Mafê Mirov a Rêkxirava Netewên Yekgirtî, raporek li derheq 13 heyv cinayetên komara Îslamî li dirêjahiya şoreşa “Jîna”yê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”yê, belav kiriye. Li vê raporê de bas ji aliyên cuda ên tepeserkirin û kuştina xelkê û bikaranîna tundûtîjî bi rêya hêzên serkutkerên rêjîmê hatiye kirin û ew wek nîşaneyeke eşkere ji encamdana cinayet li dijî mirovahiyê binav kiriye. Li beşeke vê raporê de bi hûrî îşare bi wê yekê hatiye kirin ku her ji yekem rojên tevgerê li bajarê Kurdistanê de rêjîma komara Îslamî, cehd kir ku xwenîşandanên aşitîxwazaneya xelkê wek tevgereke cudahîxwaz bide nîşandan, lewma civaka netewî û Olî yên weku Kurd û Belûç bi tundî tepeser kirin û li vê pêxemê de de jî çekên şer bi kar anîn. Li vê raporê de zêdetir ji vî warî ve girîng e ku dide xuya hûrdekarî û şêwaza tepeserkirin, ne bi şêwaza rêkeft belku bi awayê sîstematîk û ji aliyê pileberztirîn berpirsên rêjîmê ve birayr bo hatiye dan û ahtiye cîbicîkirin. Rapora Komîteya Peydakirina Rastiyan, rastiya berfirehiya tepeserkirin û bi kêmzanîna xwenîşanderan dide xuya û pêngawek girîng bo dubarenasandina rêjîma cinayetkar a komara Îslamiya Îranê bo raya giştî ye. Li vê raporê de cihê destxweşêkirin û pêzanînê ye û ji her aliyek çavkaniyeke girîng û cihê baweiyê bo nîşandana dubare ya rûkê rastîn ê rêjîmê ye û ji aliyê din ve jî nîşanderê xweragirî û berxwedana netewên sitemdîtî û bi ytaybet xelkê Kurdistanê û jinên biwêr ên Îranê ye.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

10ê Adara 2024 a Zayînî