Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Swêdê huşdarî da xelkê xwe ku serdana Îranê nekin

11:22 - 7 Nîsan 2024

Bi sedema cezakirina terorîstê cinayetkar “Hemîd Nûrî” ji aliyê dezgeha Dad a Swêdê ve rêjîma Îranê egera bi barimtegirtina xelkê Swêdê zêdetir bûye, lewma Swêdê ragihand ku xelkê Swêdê serdana Îranê nekin.

Wezareta Derve ya Swêdê huşdarî bi xelkê xwe bi taybet kesên ku 2 nasnameyên Swêdî-Îranî hene da ku xwe ji serdan û sefer bo Îranê biparêzin; Rêjîma Îranê bo givaşxistin bi ser dewleta Swêdê bi armancên siyasî û herwisa bo dosyeya terorîstê cinayetkar “Hemîd Nûrî”, cehda binçavkirina zêdetir a xelkê Swêdê dide ku wek barimte li hember Swêdê, bi kar bîne.

“Johan Floderus” ê xelkê Swêdê ku dîplomatê Yekîtiya Ewropayê ye, bi tohmeta sîxurî ji aliyê rêjîma Îranê ve bi barimte hatiye girtin û herwisa Dr. “Ehmedriza Celalî” ku mamosteyê çendîn zanîngehên Ewropqayê û pizîşk û lêkolerekî zanîstî yê Swêdî-Îranî ye, ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tometa sîxurî hatiye binçavkirin.

Ev çendemîn car e ku Wezareta Derve ya Swêdê, huşdarî bi xelkê xwe dide ku ji çon bo Îranê xwe biparêzin.

Hemîd Nûrî yê cinayetkar, li kuştina bi kom a girtiyên siyasî li sala 1367 a Rojî de li Îranê, rol hebûye û bi tawana encamdana cinayetên şer û kuştina bi zanebûn a girtiyên siyasî, bi girtîgeha hetahetayî ji aliyê dadgeha Swêdê ve hatiye cezakirin û tevî hemû givaşên rêjîma Îranê û bi barimtegirtinan, nekariye vê biryara dadgeha Swêdê biguhere.