Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê berdewam in

11:42 - 7 Nîsan 2024

Şer li navbera hêzên çekdar ên nenaskirî digel hêzên serkutker û hov ên rêjîma Îranê li çendîn deverên Belûçistanê de berdewam in û pêka amarên destpêkî 2 serbazên rêjîmê hatine kuştin.

Pêka rapora “Halveş”ê roja Şemî 18ê Xakelêweyê, li devera “Peskûh”ê li durêyana navbera bajarê Sîb û Soran”ê de şer li navbera hêzên çekdar ên nenaskirî û hêzên rêjîmê qewimiye û çend demjimêran pêştir jî li binkeya rêjîmê li “Sercengel” a devera “Kûrîn” a ser bi bajarê Zahidanê de jî 2 kes ji hêzên rêjîmê hatibûne kuştin û yek jî birîndar bûye lê ew amar destpêkî ne.

Pêka rapora Halveşê ew 2 kesên rêjîmê ku hatine kuştin serbazên rêjîmê yên bi navên “Mihemed Rûdabî xelkê bajarê Sebzewar û Elî Qasimî yê xelkê bajarê Zahidanê ” ne.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku hêlkopterên rêjîmê li derdora bajarê Zahidanê de doran lêdidin.