Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deyna kabîneya Reisî bi banka Navendî %71 zêde bûye

12:11 - 8 Nîsan 2024

Deyna kabîneya “Îbrahîm Reîsî” yê serkomarê rêjîmê bi banka navendî li heyama salekê de %71 zêde bûye û niha deyna hikûmî bi banka navendî ji hezar û 268 hezar milyard Tumenî derbas bûye.

Banka Navendî ya rêjîma Îranê li raporekê de daye zanîn ku deyna kabîneya “Îbrahîm Reîsî”yê Serkomarê rêjîmê li heyama salekê de %71 zêde bûye û vê kabîneya rêjîmê heta heyva Befranbara sala 1402, 298 hezar milyard Tumen deyn bi banka navendî bûye ku bi berhevdanîn digel sala 1401 %71 zêde bûye.

Pêka rapora Banka Navendî, deynên hikûmî û kompaniyên vê bi bankên Îranê û Banka Navendî heta heyva Befranbara 1402, ji rêjeya hezar û 268 hezar milyard Tumenî derbas bûye.

Herwisa banka navendî daye zanîn ku li heyama serkomariya “Îbrahîm Reîsî” deyna hikûmî, 2 qat zêde bûye.

Kabîne û demûdezgehên rêjîmê li sendûqa geşa netewî jî 140 milyard dolar wek deyn vergirtiye ku niha bi eşkere înkar dike ku ew dirafe ji vê sendûqê vergirtibe û serokê Sendûqa geşeya netewî jî bi eşker û rohnî ragighandiye ku ti hêviyek bo zivirîna wî dirafî bo sendûqa geşeya netewî nîne.

Demûdezgehên rêjîmê bi qasekî dizî û gendeliyên malî kirinine ku niha bêşermane deynên xwe yê fermî ji banka navendî jî, êdî înkar dikin.