Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dibistaneke kanêksî de bayekî bi hêz çend zarok birîndar kirin

12:18 - 8 Nîsan 2024

Li gundekî bajarê Meraxê de bayekî bi hêz kanêksek ku zarokên dibistanî û mamosteya wê têde mijûlê hînkariyê bûn, vegerand û li erdê xist ku çend zarok û mamostaya wan birîndar bûn.

Pêka rapora nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi rêjîma Îranê li gundê “Bax Eyrî”yê de ser bi devera “Seraco” ya bajarê Meraxê, dibistaneke kanêksî bi sedema bagerê, vegeriya û 5 zarokên dibistanî û herwisa mamostaya wan birîndar bûne.

Pêka gotina berpirsê Orjansa bajarê Meraxe, yek ji wan dibistaniyan û herwisa mamostaya vê dibistanê bi kêmî birîndar bûne lê 4 dibistaniyên din tilî, sing û peresûyên wan şikestine ku li nexweşxaneya “Sîna” ya bajarê Tewrêzê de hatine razandin.

Pêka gotina berpirsên rêjîmê li vê deverê, ew dibistane bi tevahî ji nav çûye.

Li halekê de ku bi milyardan Dolar, dizî û gendelî li Îranê heye, û rewşa xelkê li asta herî dijwar de ye, rêjîma Îranê bo berjewendiyên xwe yên gemar, dahata xelkê Îranê li derveyê Îranê xerc dike ku bi tenê bi qazanca terorîzm û bi armanca geşedan bi terorîzmê ye û zarokên xelkê li kanêksan de bi bayek birîndar dibin û canê wan li metirsiyê de ye.