Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar “Xalid Ezîzî”, li konferansekê de li welatê Alman, beşdarî kir

12:17 - 9 Nîsan 2024

Heyeteke Hizba Dêmokrat bi serperestiya rêzdar “Xalid Ezîzî”, berdevkê Hizba Dêmokrat li welatê Alman de li konferansa “pêngavhildana bi hevre ber bi Komareke Sikaolar û Dêmokrat li Îranê de” beşdarî kir.

Heyeteke Hiza Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat, li konferaseke taybet bi rewşa niha û paşeroja Îranê ya ku ji aliyê Pilatforma “pêngavhildana bi hevre ber bi Komareke Sikaolar û Dêmokrat li Îranê de”, li welatê Alman hatibû lidarxistin, beşdarî kir.

Rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê  li panêla yekem a vê konferandê de baseke hûr li ser şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê  û karlêkerî û bandora vê şoreşê, pêşkêşî beşdarbûyên konferansê kir.

Li beşeke din a vê konferansê de jî rêzdar “Xalid Ezîzî” tevî tekezî li se çend netewîbûna civaka Îranê, siyaseta rohn a Hizba Dêmokrat li derheq cihgîrbûna maf û azadiyên wan netewan bi vekhevî kir û avakirina sîstemeke “Dêmokratîk-Federal” ku niha wek dirûşma bingehîn a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê diyarî kiriye, bi rêçareyek bi wec bo dawîanîn bi sitema netewayetî û cudatîdanînan û piştguhavêtina netewên din ên ne-fars, ku dîrokeke dûr û dirêj li desthilatdarî li Îranê de heye, binav kir.

Ew pilatforme ji 5 aliyên siyasî yên Îranê yên wek, bereya Netewiya Îranê ya Rêkxistina Derveyî Welat, bereya Netewiya Îran-Ewropa, Hevpeymaniya Komarîxwazên Îranê, Bereya Yekgirtiya Komarîxwazên Îranê û Partiya Çep, pêk hatibû.