Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê kurahiya axa Lubnanê dike armanca êrîşên xwe

12:24 - 9 Nîsan 2024

Berpirsê darêtina pîlan bo birêvebirîna êrîşên Hizbullahê bo ser Îsraîl li başûrê Lubnanê bû armanca balafirên Îsraîlî û hate kuştin û 2 kesên digel wî jî hatine kuştin.

Pêka rapora 2 çavkaniyên Lubnanî û herwisa Artêşa Îsraîl, Berpirsê darêtina pîlan bo birêvebirîna êrîşên Hizbullahê bo ser Îsraîl ê bi navê “Elî Ehmed Hesen” ku fermandeyê yekeya “Rizwan” a Hizbullaha Lubnanê bûye li êrîşa balafirên Îsraîl de li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Hizbullha Lubnanê kuştina “Elî Ehmed Husên” piştrast kiriye lê ti zanyariyek li derheq rola wî li êrîşên bo ser Îsraîlê de belav nekiriye.

Pêka rapora Aretêşa Îsraîl, ew milîsê ser bi rêjîma Îranê digel 2 kesên din li vê êrîşê de hatiye kuştin lê navê wan 2 kesan nehatiye zanîn.

Heta niha Artêşa Îsraîl li êrîşên bo ser hizbullha Lubnanê zêdetir ji 270 kesên vê Hizbulahê ku girûpekî  ser bi rêjîma Îranê ye kuştine.

Hizbullaha Lubnanê jî bi piştevaniya siyasî û malî û herwisa cebilxaneya rêjîma Îslamiya Îranê, êrîşên xwe bo ser Îsraîlê bi awayekî perakende berdewam dike.