Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera bilindtirbûna nirxa Dolar li Îranê gelek zêde ye

12:30 - 9 Nîsan 2024

Nûnerekî meclîsa rêjîma Îranê daye zanîn ku bi vê rewşa niha, em divê heta çend heyvên din li benda Dolarê 100 hezar Tumenî bin û jiyana xelkê li deverên hejar dê hildiveşe.

Nûnerê Meclîsa rêjîmê li bajarê “Dilfan”ê li meclîsa rêjîmê de gotiye ku hekî rewş wiha berdewam be, nirxa Dolar ku niha 65 hezar Tumen e, heta çend heyvên din dê heta 100 hezar Tumenî bilind bibe û rewşa jiyana xelkê bi qasekî dijwar bûye ku xelkê deverên hejar, jiyana wan li jêr metirsiya hilveşînê de ye.

Gotinên wî nûnerê rêjîmê li halekê de ye ku Serkomarê rêjîma Îranê Axund “Îbrahîm Reîsî”, bêşermane îdia dike ku kabîneya wî li milê aborî de destkevtên baş hebûne û dikare talatiyan bo xweşiyê biguhere û em aramî û xweşbijîviya xelkê ermanca xwe ya bingehîn dizanin”!

Asta hejariyê di Îranê de pêka salên berê, çend qat zêde bûye û niha zêdetir ji 1 li ser 3 a xelkê Îranê li jêr hêla hejariya tevav de ne ku bi wateya birsîman û nebûna hewcehiyên destpêkî yên jiyana 10an milyon xelkê Îranê ye.