Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bênyamîn Netenyahu biryara êrîş bo ser rêjîma Îslamiya Îranê daye

11:23 - 18 Nîsan 2024

Serokwezîrê Îsraîl li bersiva daxwaziya Wezîra Derve ya Alman de bo xweparastin ji aloziyên zêdetir de got: “Bersivdan bi vê êrîşê, mafê me ye û li ser vê yekê em bi xwe biryarê didin”.

“Binyamîn Netenyahu”, Serokwezîrê Îsraîl li hevdîtin digel “Analîna Buêrbok” a Wezîra Derve ya Alman” de li bersîva daxwaziya vê bo xweparastin ji alozî û şerê zêdetir de bi eşkere ragihand: “Îsraîlê mafê vê yekê heye ku bersiva êrîşa mûşekî û dironiya rêjîma Îranê bide.

Herwisa serokwezîrê Îsraîl bi tekezî ragihand: “Îsraîl bi xwe biryarê dide ku çawa û kengê êrîşê ser rêjîma Îslamiya Îranê bike”.

Herwisa Netenyahu li vê hevdîtinê de ku “Dêywîd Kamêron” ê Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê jî amade bû, destxwesî li hevkariya wan 2 dewletan bo piştevanî li Îsraîlê li êrîşa rêjîma Îranê de kir û spasiya Îsraîlê ji Alman û Birîtaniyayê, ragihand.

Li vê derheqê de “Dêywîd Kamêron” ê Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê ragihand: “Îsraîlê biryara êrîşkirin bo ser rêjîma îslamiya Îranê daye û ew êrîşe dê bê kirin lê şêwaz û dema vê êrîşê, Îsraîl bi xwe dizane.