Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li bjarê Sinê de gefan ji mamosta û xwendevana dixwe

11:30 - 18 Nîsan 2024

Li bajarê Sinê de mamosta û xwendevan kevtine ber gef û hereşeyên hêzên rêjîmê û dixwazin li egera birêveneçona yasayên hicaba bi zorê, sezaya nexdî bi sere wan de bisepînin.

Piştî birêveçona beranmeya rêjîma Îranê ya li jêr navê “Nûr” ji 25ê Xakelêweyê ve ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê çendîn rapor ji huşdarîdan, cezaya nexdî ya malbatên xwendevanan û herwisa bêparkirina mamostayan li karpêdana fermî li egera birêvenebirina yasayên hicaba bi zorê hatine belavkirin.

Pêka raporekî ku ajansa “Kurdpa”yê  belav kiriye, li roja Duşemî 27ê Xakelêweyê de cihgirê perwerdeya yek ji xwndingehên navendî ya devera 1 a Sinê, huşdarî daye bi mamosta û xwendevanan daye ku pêka birêvenebirina yasayên hicaba bizorê, malbatên wan dê bi nexdî bêne cezakirin.

Li halekê de ku maşînên geşta îrşad a rêjîmê li ser şeqaman digerin û azara xelkê didin, reftarên wan ên tundûtîj digel jin û keçan dijwartir bûne û heta li ber deriyê xwendingehan de jî hêzên hov û dije mirov ên îrşada rêjîmê cihgîr kirine.