Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingeha Gelawêj

17:10 - 21 Tebax 2020

Kerîm Perwîzî

Jiyana siyasî û kultûrî ya civatgehekê, bi hebûna pêvajo û vehûnandina hizra yekgirtî ve ber bi serkevtinê diçe û di hegera lawaziya wiha meş û vehûnandinekê de, jiyana siyasî ya civatgeh û heta jiyana civakî û kultûrî jî ber bi alozî, û di hin rewşên taybetî de jî ber bi hiloşîn û ji hev perçekirineke yekcarî ve diçe.

Ev hizra bingehîn û rîşedar ku tev civatgehê bi hev ve girê dide, û vehûnîna cîhanbînî û jiyannasiya wê pêk tîne, dibe zemîneyek ku tak xwe têde peyda dikin, û jiyana îroyî û armancên wan yên paşerojê pênase dike.

Her wekî xwendingeha Konfosiyos li Çînê û mekteba Firankfort li Alman û xwendingeha Lînkoln li Amerîka, cureke cîhanbînî û jiyana civakî û kultûrî û heta siyaseta civatgeha wan, bi awayekî darêtiye, ku piştî derbasbûna dem û hatina nivşên wan jî, jiyan di meşa giştî de li ser heman hêla mûzîkî ya wê xwendingehê tê lêdanê.

Di Kurdistanê de, xwendingehek hatiye avakirin ku bi derbasbûna demê, berfireh û berfirehtir bûye, û girîngî daye aliyên mirovî û Kurdistanî, û niha ku 75 sal bi ser avabûna wê xwendingehê re derbas dibe, waneyên xwendingehê di kolan û şeqaman de û di nav deşt û çiyayan de deng vedidin û çiya û bajar jî bi vî dengî hevdu himbêz dikin.

Xwendingeha Gelawêjê çendîn waneyên sereke û rîşedar hene, ku bi derbasbûna demê, nek jar û lawaz nebûne, û ji rê derneketine, belkî sal bi sal nifş li pey nifş geştir û ronahîtir bûne.

Yek ji girîngtirîn waneyên Gelawêjê peyvên pir bi nirxên Qazî û Qasimlo û Şerefkendî ne ku wekî tavgehekê di nav hundirê civadgehê de dirije, pêdagirî li ser girîngî û nirxdan bi kerameta mirov bûye, û xema yekem û dawiya wê xwendingehê ji nîgeraniya binpêkirina kirameta mirov ve dest pê kiriye û di pêxema parastina wê kirameta mirovî de cangorîtî kiriye.

Waneya duyem jî, pêşxistina berjwendiyên komê li çav berjwendiyên tak, û rîşedarbûna berjwendiyên netewe li hember berjwendiyên girûpî bûye, û cangorî li pêxema parastina nasname û serweriya netewe de mezintirîn waneyên wê xwendingehê bûne ku rêberên şehîd yên wê û hezaran endam û alîgir û kadr û pêşmergên wê di pêxema wê de dîlana azadiyê kirine.

Wek çawa di serdemekê de li Yûnanê li ser xwendingeha wê ya binavûdeng nivîsîbûn ku her kes “Hendese” nizane, nabe bê jorê, bi xatircemî ve silogana sereke ya ser deriyê xwendingeha Gelawêjê jî eve ye:

Di pêxema parastina kirameta mirovî û bidestveanîna serweriya neteweyî de werine jorê.

Pîroz be yad û bîra avakirina wê xwendingehê, û xwendevanên wê bi milyonan bin.