Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîserê payebilind ê Mafê Mirov, daxwaza hilveşandina cezayê sepandî bi ser Tûmac Salihî de kir

12:12 - 27 Nîsan 2024

Komîserê payebilind ê Mafê Mirovî yê Saziya Netewên Yekgirtî daxwaza sekinandina tundûtijiyên zayendî bo ser jin û keçan li Îranê û hilveşandina cezayê sepandî bi ser “Tûmac Salihî” de kir.

“Folker Tork” Komîserê payebilind ê Mafê Mirovî yê Saziya Netewên Yekgirtî, bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Înê 7ê Banemerê, serkutkirina tundûtîj a jinan û keçan li Îranê bi armanca birêvebirina yasayên tundajoye nû yên rêjîma Îranê li derheq hicaba bi zorê, şermezar kir.

Folker Tork, tevî şermezarkirina cezaya sepandî bi ser Tûmac Salihî, li vê daxuyaniyê de îşare bi raporên vê dawiyê yên li derheq sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser Tûmac Salihî” yê repêrê Îranê û yek ji çalakvanên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê kir û daxwaza hilveşandina vî cezayê û azadiya bê merc a Tûmac û binçavkiriyên din kir ku bi sedema baskirin ji hizrên xwe bi rêyên cuda wek bi rêya hunerî hatine girtin.

Herwisa navbirî, binçavkirin, kutan û lêdan an her cure cezakirineke din bi sitemkar, nemirov, bêrêzîker” û bi dijî azadiyên bingehîn ên xelkê Îranê binav kir û daxwaza hilveşîna tevav a vê reşnivîsa rêjîmê kir.

Herwisa Folker Tork daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku tevahiya şêwazên cudatîdanînan û tundûtîjiyên zayendî bisekinîne û bi pêdeçonê bi yasa û siyasetên û kiryarên xwe digel nirxên navnetewî hevaheng bike.